Piştgirîya başûr azadîya bakur nêzîktir dike…
Di van salên dawîyê da, kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, nêzikî hev, têkilîyên wan jî xurt dibin.
Hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê îro wek hev nefikirin û di nav kongreyek netewî da neyên ba hev û konferansek netewî lidarnexînin jî, wek salên borî bi hev ra şer û neyartîyê jî nakin…
Ez bawerim ji bo vê yekê Kurdên Başûr rolekî mezin leyîstin, hê jî dilîzin. Lêwra gor kurdên din, îro zêde xwedî imkanin û ne tenê li İraqê, li qada sîyaseta navnetewî jî xwedî statûyek baş û azad in.
Kurdên Başûr di nav demeke kurt da gelek gavên gring avêtin. Ji bo parastina herêmê hewl didin xwe ku ji pêşmergeyan ordîyeke modern saz bikin…
Herwiha di warê aborîyê û di gelek xalên din da jî bi pîlan û programên balkêş dixebitîn.
Gund û bajarên herêmê ji nû va ava dikin.
Bi hezaran Tirk û Ereb û Ecem, li wir wek karmend û karker dixebitin.
Sedem vê yekê ye, ku dewletên herêmê yên ku do Kurdên Başûr wek mirovên paşverû didîtin û qilfên xwe bi wan dikirin, îro rêya Başûrê kirine rêya avê.
Dewletên ku do Kurd nas nedikrin, îro li Hewlêrê konsolxaneyên xwe vedikin û ji bo xurtbûna têkilîyên xwe yên karmendîyê dixebitin.
Ji bo Kurdên ji dervayî Başûr jî rewş wusa ye.
Di hemû pêrçeyên din da serê kê diêşe, berê xwe dide Hewlêrê, kî ku dixwaze gaveke nû bavêje, derdikeve serê rêya Selhaddînê…
Kurdên ku daxwazên xwe bi dest naxin, derîyê Xelîl Îbrahîm ravayê dewletên dagirker didin û Kurdistana Başûr ji xwe ra wek qonaxeke hazir û nazir dibînin.
Ez bi xwe ji têkilîyên kurdan gelek kêfxweşim û serbilind im. Hê welateke azad û xwede dewleteke serbixwe nebe jî, Başur, ji bo hemû Kurdan qonaxeke netewî ye…
Bi hezaran xortên Kurd îro li Zaningêhên Kurdistanê perwerde didin.
Bi hezaran Kurdên ji her sê parçeyên din li Başûr dijîn û xwe ti car koçber û penaber nahesibînin.
Di navbera Kurdên Rojava da pirsgirêkek derbikeve, ew berê xwe didin Başûr û di bin çavdêrîya Serok Barzanî da pirsgirekên xwe çareser dikin û bi piştgirîyeke xurt vedigerin malên xwe…
Kurdên Bakur jî kîngê bikevin tengasîyê, berê xwe didin Hewlêr ya jî Silêmanîyê û ji Kak Mesud an jî ji Mam Celal alîkarîyê dixwazin…
Ez bawerim, heta roja îro çi ji destên wan hatibe, wan jî ew alîkarî kirine û ruknê biratîya xwe anîne cîh.
Lê xuya ye, Kurdên Başûr îro di warê moralî da hewceyî piştgirîya Kurdên ji dervayî Başûr in. Ji ber ku hukumeta İraqê û Kurdistana Federal li ser dewerên bênavkirî, bi taybetî jî li ser Kerkukê, bihev nakin.
Serokwezîrê İraqê Malîkî dixwaze Kerkûk û dewerên bênavkirî bi hukumeta merkezî va girê bide. Ji bo vê yekê jî hezên bi navê Operasyona Dîcleyê ber bi Kurdistanê dişaîne.
Du roj berê di navbera wan û Pêşmergeyên Kurd da şer derket û ji wan 13 leşker hatin kuştin. Heger ew pirsgirekên ku di navbera hukumeta Malîkî û hukumeta Herêma Kurdistanê cîh digrein, di demek kurt da neyên çareserkirin, ew dê careke din bibin sedema şerê Kurd û Ereban.
Sedem vê yekê ye, ku cîgirê serokê Amerîka Joe Biden di daxuyanîyeke xwe da bang li Malîkî dike û dibêje; „Şerê li dijî Pêşmerge ji bo me xeta sor e…“
Êrişa ku li dijî Pêşmergeyên Kurd ji bo Amerîkayê xeta sor be, gelo ji Kurdên ji dervayî Kurdistana Başûr ra wê çi be?
Ez bawer im bersiva vê yekê jî birêz Mehdî Zana di daxûyanîyeke xwe da daye û tê da wiha dibê; „Heger di navbera Kurdên Başûr û İraqê da şerek derkeve, divê ezê herim Başûr û ji destên min çi were ez dê bikim.“
Zana di daxuyanîya xwe da bang li kurdên diasporayê ra jî dike û dibêje, „divê hemû Kurd li Kurdistana Başûr xwedî derkevin, piştgirîya wan bikin.“
Ev banga ku birêz Mehdî Zana li kurdên diasporayê kirîye, bangekî pêwîst û hêja ye. Lê mixabin ne tenê kurdên li diasporayê, divê hemû Kurdên ji dervayî Başûr, bi taybetî jî yê xwedî hêz, ji îro da piştgirîya xwe ya ji bo Kurdên Başûr îlan bikin û ji bo wê jî çi pêwîst e, bînin cîh.
Wê gavê dê Malikî û neyarên gele Kurd yên din jî bizanibin, ku Kurd wek salên borî ne bêxwedî ne jî bêçare ne.
Kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê ya jî li kîjan welatî dijîn bila bijîn, piştgirîya wan a ji bo parastina Kurdistana Başûr, qasî ku morala Kurdên Başûr bilind bike, ewqas jî azadîya Bakur û Rojhilat û Rojava jî nêzîktir dike…
24.11.2012
ikramoguz@navkurd.eu