Mirovên bêdewlet sêwî û bê xwedîne…
Di dema zaroktîya min da, ew zarokên ku di gundan da dijîyan, di salê da tenê çend caran çavên wan bi fêkîyan diket.
Ji wan caran yek mehên havînê çerçi bi barê keran dihatin gund, fêkîyên ku danî, bi beranberî genim, rûn ya jî hirîya pez difrot. Heger di malekî de ji van her sê tiştan yek heba çavê zarokên wê malê bi fêkîyan diket û tahma hinek fêkîyan digirtin.
Zarokên ku ji tahma fêkîyan bêpar diman, ew jî heta ku çerçî ji gund biçûya, ji dûr va histûyê xwe di ber xwe da xwar dikirin û li çercî û fêkîyên wî dinihêrîn. Bi çavên xwe yên birçî…
Yek jî, ger ku di gund da dawetek heba, wê deme jî çavên zarokan bi fêkîyan hişkır”ı diket. Zava ji gund ba, çerezê zavatîyê, bûk ji gund ba çerezê bûktîyê, her du ji gund bana yê her du alîyan dihat belavkirin, ku ji wê jî para her zarokekî ra çend mewij û çend leblebî diket.
Lê du roj hebûn, ku dema wan bihata guhartinê jî, di wan her du rojan da, zarok bi fêkîyan têr dibûn, bi fêkîyan ra radizan, bi fêkîyan ra radibûn û dileyîstin.
Ew herdu roj, rojên îdê bûn.
Ji wan yek îda rojîyê, ya din jî îda hecîyan bû.
Di van herdu îdîyan da hemû zarokên gund qefle bi qefle ji serîkî gund va dest pê dikirin, mal bi mal digerîyan û di serê din ra derdiketin. Biketana kîjan malê, ji bo wergirtina îdanîyê hemû hunerên xwe didan ser hev û ber bi malîvana malê diçûn. Destê wê digirtin nav desten xwe û radimûsan ya jî jê ra, „xaloj“, „xaltî“, „metê“ digotin û nêziktîya xwe nîsanî wê didan.
Lê malîvana malê ti car di bin tesîra gotin û kirinên zarokek da nedima. Serê zarokek guzek ya jî çend fistiq û çend findiq dida û wan bi rê dikir. Heger di nav qefla zarokan da zarokeke lawîn û ji dê û bavê xwe yek tenê heba, malîvana malê cardin gazî wî dikir, çenga xwe ya bi fêkî tijî, di tûrikê wî da vala dikir, dû ra li zarokên din dinihêrî û digot; „ev bi tayê tenê ye…“
Bi vê gotina xwe jî dilê zarokên din digirt.
Ji ber vê yekê her zarokeke lawîn di salê du caran dixwest, ku xwezila ew jî ji dê û bavê xwe tenê yek ba…
Di ser wan rojan ra dem û demsal derbas bûn, wek hemû xalên jîyanê, pîrozkirina îdîyan jî hate guhartin.
Îro ne zarok ji bo guz û mewijan mal bi mal digerin ne jî malîvan wek demên berê bi guzek va zarokan dixapînin.
Zarokên gund jî îro wek zarokên bajarî şûna guz û findiq û fistiqan da pereyan dixwazin, daw û doza lîstikên elektronîk û tiştên biha dikin.
Ji ber ku ferqa gund û bajaran nema.
Gundî jî êdî nîvbajarî ne. Siba ji gund radibin û berê xwe didin bajêr, ber bi êvarê jî şûnda vedigerin.
Dinya bûye wek gundekî mezin.
Şûna kevneşopîyên berê da yê nû derketine.
Di her xalên jîyanê da pîvanên gundî û bajarîyan bûne yek.
Ne ti kes gor yekbûn û piranîyê li zarokan dinihêre, ne jî gor wê yekê rûmetê dide wan.
Yek pîvanek tenê he ye, ku ew jî pul û pere ne.
Bavê kê dewlemend û xwedî pul û pere be, bihayê wî gor dewlemendîya bavê wî tê pîvan û ji derdora xwe jî gor bihayê xwe rûmetê dibîne…
Di bazara dinyayê da pîvana mirovatîyê jî cuda ye, ku heger xwedîyê mirovan tunebe, dewlemendî jî pere nake…
Xwedî jî dewlete…
Biha û rûmeta mirovan jî gor rewşa dewleta wan tê guhartin.
Heger mirov hemwelatîyê dewleteke dewlemend û desthilatdar be, bihayê mirovan giran, rûmeta mirovan jî zê de ye.
Dewleta kê feqîr û bê hêz be, bihayê wan wan sivik, rûmeta wan jî kêm e.
Ger ku dewlet tunebe, di wê bazarê da mirov jî bê rûmet û badilhewa ye…
Wek mîsal.
Heger navê we Galit Şalit be û hun têkevin tengasîyê, dewleta we ji bo azadîya we bi hezaran girtîyên Filistînî azad dike…
Navê we Georg û Meorg be, ji bo jîyana we, dewleta we dinyayê ser û bine hev dike…
Navê we Elanûr û Melanûr be, dewleta we dinyayê dide alîkî, bi DAİŞê ra rûdinê û bi beranberi çek û rêxtên giran û biha va we ji tengasîyê xilas dike…
Lê navê we Hêlîn, Nalîn û Zarîn be, ne kes li we xwedî derdikeve, ne jî hawar û gazîya we dibihîse…
Heger dewleta we tune be, heta navê we Aysel be û hun di meclîsa dagirkerên xwe da parlamenter bin jî, dîsa kes li we xwedî dernakeve…
Dewleta ku ji bo 49 hemwelatîyên xwe bi DAİŞê ra rûnişt û li ber çavê dinê pevguhartin çêkir, di ser teda gulan dibarîne. Ne hawara te û gelê te dibihîze, ne jî dihêle tu li gelê xwe xwedî derkevi…
Tu çi dikî, keviran davêjî leşkerê dewleta ku tu di meclîsa wê da parlamenterîyê dikî…
Ne parlamenterîya te bihayê te zêde dike, ne jî keviravêtina te dibe rûmet û li te vedigere…
Kîngê dewleta te hebe, dewleteke dewlemend û xwedî edlayî be, wê demê bihayê te û rûmeta te jî, gor ew kesên ku di ser te da gulan dibarînin, hinek zêde za jî hinek kêm dibe…
Lê tu çi dikî û çi dîbêjî?
Li alîkî li ser leşkerê dewleta ku tu jê ra parlamterîyê dikî da kevir dirêşînî, li alîyê din jî heta ku ji te tê diqêrî û dibêjî; „ez ji bo xwe û ji bo gelê xwe dewletê naxwazim!“
Madem tu naxawazî wek hemû gelên cîhanê bibî xwedî dewlet, wê gavê qala bihayê xwe û rûmeta xwe jî meke!..
Wek zarokên ku ji dûr va li çerçî û fêkîyên çerçî dinihêrin û xewn û xeyalên xwarina fêkîyan dikirin, tu jî dest ji keviran berde, here di meclîsa Tirkan da rûnê, li Ala Tirkan û li şiklê Atatirk binihêre û xwe bi xewn û xeyalên biraytîya gelan va bixapîne…
05.10.2014