Salan berê min jî wek gelek kesan ji xwe ra dinyayek piçûk avakiribû û di navenda wê dinyayê da koçê xwe çikandibû. Di wê dinya min a piçûk da cînarên min, dost û hevalên min dijîyan. Piranîya wan wek min difikrîn û wek min radibûn û rûdiniştin.
Di wê dinya min a piçûk da hinek kesên din jî hebûn, lê mixabin, gor raya min û hevalên min, ji wan hinek xayîn, hinek neyar, hinek derewîn, hinek xwe nenas, yê mayîn jî nezan û belengaz bûn.
Ew dinya min a piçûk da du reng û du deng tenê hebûn. Koça min û yên wek min difikirîn sipî, koçên din jî reş û tarî bûn. Dengê min û hevalên min rast, dengê kesên din jî xelet û nerast bûn.
Bi salan di wê dinya piçûk da li derdor a xwe çû û hatim. Min ne rengên din didit, ne jî dengên cûda dibihîst. Ji rengên cûda ra çavên xwe, ji dengên cûda ra jî guhên xwe digirt.
Sedem vê yekê min di sî salîya xwe da Alî Şerîatî, di sî û sê salîya xwe da Cemil Meriç, çiqwas di piçûktîya xwe da navê wî bihîstiba, di çil salîya xwe da jî Mewlana Xalid naskir.
Bi nasînan wan û kesên din va ji reng û dengên cûda hayîdarbûm. Piştî xwendina kitêba Alî Şerîatî ya bi navê „Çar Zîndanên Mirovan“ min dît ku ew dinya min a piçûk a bê derd û bê kul, ji bo min girtîgeh, koça min jî zîndan bû…
Bi xwendina kitêba Cemil Merîç ya bi navê „Jîyana Şikeftê“ va min dewlemendîya dengên cûda cûda bihîst.
Bi nasîna Mewlana Xalid, oldarên pêşverû, oldarên welatparêz û zana naskir.
Pişt ra dinya min a piçûk hilweşîya, koça min a reş û sipî di bin dar û berê dinya min a piçûk da ma.
Min dinyayek nû ji xwe ra ava kir…
Dinyayek pirr rengî û pirr dengî…
Dinyayek bê sînor û koşk û serayên reng û reng…
Dinyayek mezin, bê serî û bi binî…
Di wê dinyayê da rengên kesk û sor û zer, hêşîn û spî û gewher jîyana min dixemlînin.
Bi wê xemlê bêhna min fire dibe, ronîya çavên min roj bi roj zêde dibe, dûr û dirêj dinêrim, reng û dengên dinyayê zelal û paqij dibînim û dibhîsim…
Ji dengên mirovan hata dengên kevokan, ji dengên ba û bagerê hata dengên pel û daran lêdixin û bala min sivik dikin.
Wan hemû dengan bi şev û roj guhadarî dikim û ji her dengek melodîyek nû kişf dikim. Bi wan melodîyên ji hev cûda cûda va carcaran direqisim, carcaran dikenim û carcaran jî digrîm.
Bi reqsê bejna min, bi kenan hestên min, bi girî jî wijdana min azad dibe û ji nû va dijîm…
Di vî dinya xwe ya nû da jî carcaran gelek kesên giregir û xwedî dinyayek piçûk dibînim.
Dema ku li wan û kirinên wan dinêrim, ne wan piçûk dibînim, ne jî ji gotinên wan lomê xwe dikim…
Bi dîtina wan tenê li alikî dinya xwe ya piçûk bibîrtînim, li alîyê din jî bi çavkorî û bi kerrbûna wan dikenim, pişta xwe didim wan û li pêşîya xwe dinêrim…
Di dinya xwe ya nû û mezin da wek misqalek piçûk im, lê bi bihîstina dengek nû coş, bi ditîna rengek nû jî kêfxweş û serbilind dibim…
30.05.2012
ikramoguz@navkurd.eu