Pirtûkeke Murathan Mungani navê, „Cinên Pera“ dixwînim. Mungan, divê pirtûka xwe da li ser mirov û miravatîyê disekine. Di rûpelek pirtûkê da dibêje; „Mirov zindîyek herî cûda ye. Ji destên mirovan her xirabî tê, ji ber ku şîrê xavî vexwarine.“
Divî tespîta Mungan da rastîyeke balkêş hebe jî, sedemê vê yekê ji sedî sed şîrê xavî nîne. Lê mirov dikare bêje eyvan û eyvankirina şîr e.
Ccawa ku ji eyvanê kevn, matekî tirş bike, eyvankirina zû û dereng jî, mast şêrîn, an jî bê tam dike.
Eyvanê têgihîştina mirovan dê û bav be, eyvankirina wî jî civak e, civaka ku tê da dijî û mezin dibe ye.
Di jîyna xwe da min jî gelek kesên ku tenê bi nav û şiklên xwe mirov, naskirin.
Di derheqê mirovên ku di civakên şûndamayi da dijîn, ji bo wan nêrinên min jî ev in ku, dev û dilê wan hevdu nagrin, bi pirranî kesên durû ne…
Bi awayekî diaxifin, bi awayekî din tevdigerin…
Xwedîyê gotinên maqûl, jîyana xwe da kesên erzan in…
Di nav kincên pîr û pak da xwedîyê ruhekî qirê jin…
Nerm dikenin, nîyetxirab in…
Kesên ku ji van tiştan dûr jî, mirov dikare wan wek mînakên jêrê tasniv bike.
Mirovên derewa nakin, bixwazin ji nikarin derewan li hev bînin…
Mirovên ku dizîyê nakin, dizi ji destê wan nayê…
Mirovên xwe nafroşin, ji bazara firotanê dûr in…
Mirovên demoqrat tên xuyakirin, xwedî şêrtên dîkatorîyê nînin…
Mirovên welatparêz, bêwelat in…
Mirovên dilsoz, bê heval in…
Mirovên ronakbîr, ji tarîyê ditirsin…
Mirovên siyasetwan, ji murîdan hezdikin…
Mirovên rexnekar, hesûd in û xêncî xwe hunermendîya kesî qebûl nakîn…
Mirovên di mal da firaqan dişon, karekî din ji destê wan nayê…
Mirovên rojîyê digrin, bixwazin jî xwarina nivroyê nabînin…
Mirovên diçin limêja înê, ji cînarên xwe fedî dikin…
Mirovên ku li pê jinan nagerin, jinan baş nas nakin…
Mirovên dawa mafê jinan dikin, hê ezeb in…
Mirovên fedakar, bê mal û bê milk in…
Mirovên mêrkûj, ji jîyana xwe aciz in…
25.07.2009
ikramoguz@navkurd.eu