Zargotina Kurdi, zargotineke gelek dewlemend e. Lê belê qasî dewlemendîya wî, tê da mubalaxa (zêderoyî) jî he ye. Mirov di wê mubalaxayê da tu pîvanek nabîne.
Yek, dibe çil…
Çemê miçiqandî, dibe ro û robareke mezin…
Gol, dibe behreke bê serî û bê bin…
Girê nifs, dibe çiyayeke bilind…
Misqal, dibe ton…
Di civata Kurdan da ev mubalaxaya bê pîvan ne tenê di çîrok û kilaman da, di jîyana rojane da jî tê dîtin
Bi raya min, ev jî ji du tiştan pêk tê.
Ya yekemin, dewlemedîya zargotinê ye ku sedemê vê dewlemendîyê jî qedexekirina zimanê Kurdî tê.
Ya duyemîn jî, civata Kurd civateke paşdemayî ye. Di civatên paşdemayî da pîvanên modern cih negirtine û nayên habandin. Her tişt bi mubaxalayeke mezin va tê tarîf kirin
Berê televîzyon û radyo tune bûn. Di şevên zivistanê, ew şevên dirêj da, wext bi çîrok, stran û henekan derbas dibûn.
Di gundan da cemaat di odê mêran da saz dibûn. Yên ku dengên wan xweş, bi dengbêjîya xwe, yên xoşsohbet bi çîrokên xwe, yên kenawer jî bi henekên xwe cemaat coş dikirin.
Hinekên wan jî diketin pêşpazîyê û heta ji wan dihat tiştên piçûk bi mubaxaleyeke mezin li hev dianîn.
Çîyayên hêla me gelek bilind in. Ji wan yek jî çîyayê Şahwelat e. Zivistanê bi berfê dihat xemilandin, havîna jî ji Hurikan (Koçer) ra dib û war. Hurik bi zar û zêç û heywanên xwe va dihatin wir û havînê li wir derbas dikirin.
Çîyayê Şahwelat yek jî bi kivkarkên tamxweş û mezin va tê nasîn. Li ser kivkarkên wir gelek mesele û metelok hatine gotin. Ji wan yek jî mesela mezinîya kivkark û biroşê ye.
Rojek di cemaatê da yek dibêje; „Min par kivkarkek wusa mezin dît, di bin sîya wî da sê bir pez mexel bibû. Şivanê her birek bi awayek li bilûra xwe dixist. Lê dîsa jî dengê bilûra yekî nediçû yekî.“
Yekî din xwe pêşda dide, pirs ji devê wî digre û dibêje; „Ez jî par çûm Erziromê û di nav sûka baxircîyan da gerîyam ku ji xwe ra biroşek bistînim. Lê ez nihêrim çi bibînim, di dikanek da biroşek tê çêkirinê. Di hundirê biroşê da çil hoste bi kakuçên xwe dixebitin, lê tu dengê çakuçê yekî nayê yê din.
Xwedîyê kivkarkê xwe dide pêş û dibêje; „Wey mala te xirab nebe, te vî derewî çawa lihev anî.“
Xwedîyê Biroşê jî wuha bersiva wî dide; „Ê malneketî, ew kivkarka ku te li çîyayê Şahwelat dîtibû ancak di vê biroşa min da dikele…“
Mîsaleke din jî ya law û bav e:
Law ji bavê xwe ra dibêje;
– Min du li çîye çil gur dîtîn, li pê hev ketibûn rêzê û ber bi rojhilat diçûn. Min bi lez û bez xwe ji wan xilaskir.
Bav;
– Kurê min derewan meke, tu car çil gur li duh hev nakevin rêzê û bi hev ra nagerin.
Lav;
– Çil heb nebûn, lê bi kêmasî bist gur hebûn.
Bav,
– Kuro derewa meke, bîst gur jî bi hev ra nagerin.
Bi vî awayî hevdu dibin û tînin. Law hêjmara gura hata sisîya tine xarê. Bavê wî dîsa jî israr dike û dibêje, sê gur jî bi hevra nikarin bigerin. Li ser israra bav, law dibêje: “Tu bawer bikî, nekî, ez êdî ji sisîyan tu carî nayêm xarê”.
***
Îro di meclîsa Tirkîyê da jî, wek cemaata gundê me, mubalaxayên bê pîvan tên kirin. Rêvebirên AKP’ê dibêjin, „Em zagona bingehî a ku ji alî generalên faşist va hatîye çekirin diguherînin û demoqrasîyê tînin welat. Lê em dest navêjin baraja hilbijartinê, lewra ew pêşî li Kurdan vedike“.
Rêvebirên C(M)HP jî bi yekdengekî li dijî daxwaza AKPê derdikevin û dibêjin; „Em zagoneke demoqratîk dixwazên, lê belê tu carî em musade nakin ku hûn bi van guhartinên xwe, bingeha yekitîya dewlet û milletê me pûç bikin û ji Kurdan ra rê vekin“.
Tê xuyakirinê ku meseleya wan ne gel e, ne jî demoqrasî ye. Her alî gor kar û zirara xwe guhartinan dixwaze.
Ji ber vê yekê ye ku wek mesela kivkark û biroşê, ev munaqaşayên ji demoqrasî û wekhevîyê dûrtir jî, ancax di navbera partîyên Tirk û meclîsa Tirkan da tên kirin
Ji van munaqşe û mubalaxayên wan xuyaye ku tu tiştek ji vê guhartinê der nakeve.
Alîyek dibê biroşa min mezin e, alîyê din dibê kivkarka min…
Lê ez ditirsim, di dawîyê da ewê bibin yek û kivkarkê jî li ser pişta Kurdan bikelînin…
An jî wek gurên law ji bav ra tarîf dikir, ewê bikevin rêzê û dev bavêjin delingên Kurdan…
02.04.2010