Çima „ Kurdayetî çî ye û kî çiqwas Kurd e II„.
Ev sernivîsa nivîsara min a dawîyê bû. Min di vê nivîsara xwe da ji bo Kurd û Kurdayetîyê çend pirs pirsî bû û gor ray û ramanên xwe bi hinek mînakan va bersiva wan da bû. Ez wan pirsan careke din dixwazim bipirsim û bersiva wan jî dîsa bi hinek mînakên nû va bînim ziman.
Pirs ev bûn:
Yê ku zimanê xwe yê zikmakî nizanibe û wî bikarneyne, gelo ew çiqwas Kurd e?
An jî bi salan ji bo zimanê xwe yê qedexe azadîyê bixwaze û wî hin nebe û di jîyana xwe ya rojane da bi kar neyne, di vî daxwaza xwe da çiqwas dirust e?
Gelo xwe Kurd hesibandin û ji bo mafên Kurdan xwedi daxwazbûn, ji bo Kurdayetîyê tenê bes e?
Piştî weşandina nivîsa min, min ji gelek xwendevanan berpêyî girt. Hinekan heq didan min, di vî warîda dîtinên min tesdiq dikirin. Hinekan jî min rexnedikirin û digotin; „Heger şertê Kurd û Kurdayetîyê tenê ziman be, gor dîtina te îro nîvê Kurdan ne Kurdin. Ne tenê Umit Firat, gelek siyasetwan û ronakbîrên Kurd hene, Kurdî nizanîn lê ji bo azadîya gelê Kurd dixebitin.“
Sedemê vê nivîsê, di TRT Şeşê da bi zimanê Tirkî axaftina Umit Firat bû. Lê ji bo bersiva rexneyên xwewendevanan jî, carek din dîsa TRT Şeş gihîşte îmdada min. Ji bo vê yekê jî dibêm yên ku TRT Şeşê sazkirine bila Xwedê ji wan razî be.
Min wek hertim vê êvarê jî TRT Şeş vekir ku bernama Nilufer Akbalê temaşe bikim. Nîlufer Akbal, di bernameya xwe ya bi navê „Bûka Baranê“ da hunermendekî Kurd kiribû mêvan.
Di destpêka bernamê da mêvanên xwe da nasîn. Mêvanên wî Mahmut Demir û jina wî ya Fransizî bû. Piştî nasandin û axaftina wan ez carek din dîsa xemgîn bûm û rexneyên xwewendevanên min hatin bîra min. Min li alîkî mevanên Niluferê guhdarî kir, li alîkî da jî dest bi vê nivîsê kir.
Gor gotina wan hunermendê me yê Kurd 25 sal berê bi jinika Fransizî va dizewice û ji wê vir da ew bi zar û zêçên xwe, li Parîsê dijîn. Du qîzê wan hene û wan herdûyan jî bi xwe ra anîbûn studyoyê. Niluferê wan jî dan nasîn.
Jinika Fransiz ji Tirkan xweştir Tirkî xeber dida û bi mêrê xwe ra kilam û stranên Tirkî digot.
Navbera bernamê da Nîlufer ji cîhê xwe rabû çû ba herdû keçikan û wan jî da nasin. Pişt ra jî ji wan pirsî, „Ji dêyeka Fransiz û ji bavekî Kurd bûyîn hîsek çawa ye?“
Bersiva wan jî dîsa bi zimanê Tirkî, „super“ bû.
Ev jî tê vê wateyê ku, ne tenê jina Fransiz, qizên bavKurd jî li Fransayê bi hêsanî hînî Tirkî bibûn. Bê zor û bê zordarîya dewlêta Tirk û bê sîyaseta asîmîlasyonê.
Heger ev jina Fransiz û mêrê Kurd li Tirkîyê bijîyana û zarokên wan jî li Tirkîyê mezinbibûna û di dibistanên Tirkan da bixwandibana, minê bigota, „em çi bikin dewleta dagerker wan jî wek me asîmîle kir û jina wî ya Fransiz jî ji bo jîyana xwe ya rojane mecbûr ma û Tirkî hin bû“.
Yan jî zarokên hunermendê me yê Kurd tenê Fransizî biaxifîyana, dîsa me yê bigota; „dîya wan Fransiz e, li Fransayê jîyane û li wir mezin bûne. Ji ber vê yekê jî axaftina wan a bi zimanê Fransizî jî ewqas normal e.“
Lê ne wusa ye. Hunermendê Kurd bi jinek Fransî ra dizewice, Jinika Fransiz Tirkî hin dibe û ji Tirkan baştir Tirkî diaxife. Du zarokên wan dibin, ew jî wek dê û bavên xwe li Fransayê dijîn, lê ew jî ne bi zimanê bavê xwe, bi taybetî bi Tirkî diaxifin.
Gelo ev tiştekî normal e?
Em dikarin bêjin, sûcdar dewleta Tirk, an jî dewleta Fransiz e?
Ez wek dibihîzim ku hinek di bin sinbêlê xwe da dikenîn û dibêjin, „dîya wan Fransiz e û zimanê wan ê zikmakî jî ne Kurdî ye!..“
Bi rastî ez jî nizanim vê yekê bi çi awayî bi nav bikim.
Lê dîsa jî ez dibêjim heger sebebê vê yekê, teralî ya Kurda û miskînîya Şerqê nebe, sedemê wê Kurd û Kurdayetîye…
Yên ku dibêjin ji bo Kurd û Kurdayetîyê ziman tenê ne şert e, bila ji kerema xwe bersiva van pirsên min jî ew bidin…
30.08.2009
ikramoguz@navkurd.eu