Kurd bi xemilandina kemalîzmê naxapin…
Sîyasetwan wek mêrê du jinan durû ne. Li ba dewletê ya jî li ba partî û serokên xwe bi awayekî, li ba gel jî bi awayekî din diaxifin.
Alîgir û rêvebirên kîjan partîyê dibin bila bibin, heta ku ji destên wan were, rûyê xwe vedişêrin. Li hember çapemenîyê ya jî li ba hilbijêrên xwe gotinên xwe ji berê da dipîvin û gor wan diaxifin.
Carcaran jî tiştek biqewime, ew mecbûr bimînin û bê pîvan biaxifin, wê gavê perda ber rûyên wan dikeve erdê û durûtîya wan bi zelalî tê dîtin…
Ji bo durûtîya sîyasetvanan çend mînak….
Îdrîs Naîm Şahîn dibêje; „ez ji Kirklareliyê me, jina min jî ji Şirnexê ye. Niha zarokên me Tirk in yan Kurd in? Hun kê jî kê diqetînin.“
Devlet Bahçelî jî dibê; „heger em dabeşker (bölücü) bin, damezrînerê vî welatî Mistefa Kemal Atatirk jî dabeşker e.“
Nur Sertel jî ji wan namîne û ew jî wiha dibêje; „Mistefa Kemal û mezinbûna kiryarên wî yên dîrokî nişan da û hê jî dide. Ew mûcîzeyeek mezin e û bê mirin e. Ew di warê netewîbunê da stûna me ya esasî ye.“
Hunê nuha bêjin di van gotinên Îdrîs Naîm Şahîn, Devlet Bahçelî û Nur Sertel da tişta ku neyê zanîn çi ye?
Ew bi salan e van gotinên xwe dubare dikin û gor wan gotinên xwe jî dimeşin. Tu teze bi wan û gotinên wan hesîyayî?
Bi rastî ez jî heman tiştî ji xwe ra dibêjim.
Ne ku tenê Dewlet Bahçelî, Îdris Naim Şahîn û Nur Sertel, kîjan Tirk di mesela Kurdî da têkeve tengasîyê, kêm ya jî zêde, van gotinên jor, yekoyek ya jî bi awayekî din tîne ziman, ku di van gotinan da ez jî ti şaşîyek nabînim.
Lê mixabin şaşîya ku di van gotinên jor da he ye, ew jî, gotarvanên van gotinan sîyasetwanên Tirk nînin. Ew, sîyasetwanên Kurd in û ji sibê heta êvarê li ser navê gelê Kurd sîyasetê dikin û xwe rêvebir û berpirsîyarê gelê Kurd dihesibînin…
Loma min jî destpêka nivîsê da bi zanayî navê xwedîyê van gotinan bilind kir, di şûna wan da navê sê sîyasetwanên Tirk nivîsand.
Ji wan her yekî jî ji partîyek Tirk hilbijart.
Hûn jî dizanin Dewlet Bahçelî serokê MHPê ye û nijadperest û dabeşkerekî bi nav û deng e.
Îdrîs Naîm Şahîn wezîrê hundir yê Tirkîyê ye û ji şaredarîya Erdoxan ya Stenbolê vir da hemrazê wî ye.
Nur Sertel jî wekîla CHPê û kemalîsteke bêhempa ye.
Heger ev gotinên jorê yên wan ba, di wan gotinan da min jî tu şaşîyek nedidît û şiroveya wan jî dikir.
Lê mixabin xwedîyê van gotinan hem Kurd in, hem jî kurdên sereke û berpirs û rêvebirên partîyek Kurd in.
Ji wan yek Hasîp Kaplan, yek Selehadîn Demirtaş, yê din jî Aysel Tuxluk e.
Sedem vê yekê ye, ku ew gotinên wanên tewşo mewşo, ji bo hinek Kurdan nebin jî, ji bo min gotinên balkêş û kirêt in..
Gelo Kurd, bi taybetî jî kurdên derdora BDPê di navbera xwe û van gotinan da tu şirîkatîyek dibînin, heger ku şirîkatîyek wan heye bila ji min ra jî bêjin.
Mirov dema ku li kiryar û gotinên hinek rêvebir û wekîlên BDPê dinêre, ji kurdbûna wan jî dikeve şikê.
Carek din mirov fahm dike ku cîhê bîla bê sebep kesên wek Ertuxrul Kurkçu û Lewend Tuzel nebûne wekîlên gelê Kurd. Qet nebe ew xwe herdem Tirk dibînin û gor wê jî mîsyona xwe tînin cîh.
Leyla Zana jî cîhê bîla bê sebep nedigot, „Kurdên di nav BDPê da ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo bidestxistina mafên kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da Kurd nînin.“
Bi rastî jî heger di hestên mirovan da Kurd û kurdayetî tune be, mirov berpirs û rêvebirê partîyeke Kurd be jî, carcaran bi peyvek, carcaran jî bi kiryarek xwe yê piçûk xwe dide dest.
Ez bi xwe jî ji Kurdbûna Hasîp Kaplan, Selehadîn Demirtaş û Aysel Tuxluk tu car nakevim şikê. Her sê kes jî Kurd in û bi salan vir da endam û rêvebirên BDPê ne.
Lê tiştek din jî dizanim, ku, ew jî, ji bo xwedîbûna hestên kurdayetîyê, ne kurdbûn ne jî rêvebirtîya partîyeke kurd têrê dike…
Heger ji bo hestên kurdayetîyê kurdbûn tenê besbûya, îro ne kurdek li pê AKPê, ne jî li pê CHPê diçû.
Sedem vê yekê ye, ku li dijberî jihevqetandina Kurd û Tirkan derketin, daxwaza wekhevîya wan a di bin hemwelatîya deweleta Tirk da, tiştekî din e, wê daxwazê bi kemalîzmê va xemilandin jî tiştekî dine…
Hinek rêvebir û wekîlên BDPê jî îro li ser navê kurdan, bihemdî an jî bêhemdî kemalîzmê dixemlînin…
Ji dest tişt nayê, ez çi bêjim!..
Xwedê me ji wan û xwedîyên wan xilas ke…
20.12.2012