Çend roj berê li navçeya Akçakaleyê 5 kes bi gulê topên Esed hatin kuştin. Ser wê yekê hukumetê ji bo biryardayîna şer ji parlamentoyê icazet xwest û bi saya parlamenên AKP’ê û MHP’ê ew biryar girt.
Ji wê rojê virda hemû dijberên AKP’ê ji nişkêva bûn aştîxwaz, alîgirên AKP’ê jî bûn şerxwaz.
Bi rasti, dema ku mirov li wan û gotinên wan dinêre, şaş û metal dimîne.
Ki ji bo çi, çi dixwaze kes nizane.
Mesela, CHP aştîyê dixwaze û ji aştîxwazîya xwe ra jî wek bingeh, sîyaseta Kemal Ataturk nişan dide. Lê dema ku mirov li gotin û kirinên wan dinêre, xuya dike ku di bin aştîxewazîya CHP’ê da du sebep hene, ji wan yek AKP çi bixwaze ew, tersîya wi dixwaze, ya din jî raste rast rejima Esed û rejima BAAS diparêze û wan bi aştîxwazîyê dixemlîne. Halbukî serokê CHP’a aştîxwaz, daha çend roj berê gilîyê Erdoxan û partîya wî dikir û di got, „Erdoxan dixwaze careke din dîsa bi PKK’ê ra rûnê û danûstandinê bike“.
Kilicdaroxlu û partîya wi ji Esed ra aştîxwaz, ji Kurdan ra şerxwaz in!..
Aştîxwazên yek jî çepên Tirk in. Ew jî dijbertîya xwe ya şer bi dijbertîya Amerîkayê va dixwmlinîn û AKP’ê jî wek lîstokê Amerîkayê bi nav dikin. Ew jî wek CHP’ê ji bo parastina Esed û rejima wî, di kuçe û kolanên bajaran da dimeşin û mitîngan organîze dikin. Halbûkî parlamentoya Tirk ji bo derbasbûna sînorê Iraqê her sal icazeta şer dide hukumetê, lê ji çepên Tirkan tu dengek dernakeve. Ne kes dimeşe, ne jî mitîngek çê dibe…
Li alîyê din, sê sloganên wan hebin, ji wan du hab li ser şer û şervanîyê ne. Li alîkî ji bo aştîyê meş û mitîngan organîze dikin, li alîyê din di wan meş û mitîngan da bi sloganên şer û şerwanîyê diqêrin.
Alewî jî dijî şer in, ew jî aştîyê dixwazin. Lê mirov dikare Elewîya fêm bike, ew, ji zikmakîda demoqrat(!) û enternasyonalîst(!) in. Kiryarên wan çi dibe bila bibe, ew wî nabînin. Di destê wan ê rastê da şûrê Hz. Alî hebe jî, ew, destê xwe yên çepê bilind dikin û xêncî xwe, ji hemû gelên cîhanê ra aştî û wekhevîyê dixwazin. Di binê daxwaza wan a ji bo Surîyê da jî dijbertîya AKP’ê û parastina Esed cîh digre. Gor wan Erdoxan Muawî ye, Beşar jî Elî ye. Ji bo serkeftina Beşar jî çi pêwîst be, ew, îro li ser navê aştîyê wî tînin cîh.
Hinek neteweperest jî şer naxwazin. Ew jî dibêjin, „bi têkçûna Esed, wek Bakûrê Iraqê bi alîkarîya Amerîka, li Surîyê jî dewleteke Kurd were damezrandin, ewê li serê me bibe bela“.
Gor wan jî, di dawîya vê hengamê da encama baş, serkeftina Esed û yekitîya Surîyê ye…
Daxwaza dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê jî bi rastî şer nîne. Daxwaza wan jî bê Esed, parastina yekitîya Surîyê ye… Ew bi vê tezkereyê tenê dixwazin derbasî bin xetê bibin ku bi wî awayî pêşî li Kurdên Rojava bigrin. Piştî têkçûna Esed jî li ser pêşeroja Surîyê xwedî soz û kiryar bin…
Wexta ku mirov bala xwe baş bidê, dibîne ku di bingeha daxwazên hemû alîyan çiqwas cûdatîyek hebe jî, i daxwazên hemûyan da yek encamek he ye. Ew jî Kurd û Kurdistan e. Alîki dixwaze bi şer va pêşî li Kurdan bigre, alîyê din jî bi parastina Esed va…
Ev tiştekî pîşadî (tesadufî) nîne.
Ji salên 80`yî virda Dewleta Tirk bi sedan cara derbasî Kurdistana Başûr bû, hê jî kîngê dilê wî bixwaze bi balafirên F-16 yan va derbas dibin û kevir û daran, çîya û gelîyan bombebaran dikin. Duh jî kesî dengê xwe nedikir, îro ji deng ji kesî dernakeve.
Nîyeta AKP’ê û şerxwazên Tirk jî kifşin. Derdê wan, ji çûyin û sekinandina Esed zêdetir, Kurd in, Kurdistana Rojava ye.
Çepên Tirk jî çi daxwazin û çi dikin, li dijberî kî/kê disekinîn û kî/kê diparêzin, ew dizanin. Heta dikarin, bin serokatîya Esed da li dijberî Amerîkayê şer bikin û wezifa xwe ya enternasyonalistî jî bi cîh bînin, bese ku ji vir şûnda li ser pişta Kurdan û li ser xaka Kurdan bazirganîya aştî û şer û şoreştîyê nekin.
Pêşerojê da li Surîyê çi diqewime, qedera Esed çawa tê nivîsandin û rewşa Kurdan bi çi awayî zelal dibe, ji îro da kes nikare tiştekî bêje. Tiştên werin gotinê jî ji texmînan zêde tiştek nînin. Lê nêrîn û kiryarên Kurdan ji îro va muhîm in. Heger di navbera Tirk û Ereban da şerek derkeve, cîyê ku şer axa Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ye ku şer, bi zêdeyi Kurdan eleqeder dike.
Kurd bi serê xwe tenê ne dikarin pêşî li şer bigrin, ne jî dikarin pirsgirekên di navbera Amerîka û Suriye û Îranê da hene, wan bi warê aşitîyê çareser bikin. Lê ew dikarin ji îro da, di bin her şert û mercan da, ji xwe ra rêyekî rast kifş bikin ku, di pêşerojê da bê rê û rêbaz nemînin!..
10.10.2012