Ev slogana Televizyona Kurd1 ê ye. Bi rasti ev sloganek gelek balkêşe û bi cîh da ye. Qasî vê slogane tu tiştek ewqas bi kurtayî û bi hêsanî nikarê televîzyona kurd1 ê tariff bike.
Dîroka weşana televîzyona bi zimanê kurdî 15 sal berê bi weşana MED-Tv re destpêkir. Piştî wê Roj Tv, Kurdistan Tv, Kurdsat, Zagros, Korrek, TRT-6, Kurd1 û hinek kanalên din vebun. Îro li nav welat û dervayî welat nezikî bist kanalên kurd weşanên televîzyonê dikin.
Kurd1 jî ji van televizyonên kurdan yek e û sala borî li Parîsê dest bi weşana xwe kir û ji destpêka xwe vir de roj bi roj pêş ve diçe û bi serfirazî karê xwe didomîne.
Kurd1 di nav televîzyonên Kurdî da xwedî cîhek gelek gring e û bi raya min ev gringîya wî ji sê xalan pêk tê.
Ya yekemin Kurd1 bi sedi sed televîzyonek kurdî ye û hemu bernamên wî tenê bi zimanê kurdî (zaravên kirmancî, zazaki û soranî) ve tên weşandin.
Ya duyemîn, karker û xebatkarên Kurd1 ê di karên xwe da mirovên pispor in û rêvebirên wî bi warek profesyonelî televîzyone birêve dibin.
Ya sêyemîn jî Kurd1 televîzyonek sivîle û tu grêdayî hêzek û dewletek nîne, ji wan serbixwe ye.
Ji ber wê yekê ye ku di navbera bernamên wê û telvîzyonên kurd yên din da gelek ferq he ne.
Ji Roj tv hatta Kurdistan tv, ji Newroz tv hata Zagros tv, hemû an girêdayî hêzek kurd an jî girêdayî hukumeta kurd a herêmî ne. An jî wek TRT 6 kanalê dewletê ê fermî ne.
Sedem vê yekê ye ku di weşanê wan de sîyaset û propoxanda cîhek gring digre û wan carcaran ji armancên wan dur dixe. Bernamên wan en herî sereke ji nuçe û şiroveyan pêk tên û her kanalek van bernameyên xwe bi sê – çar zmanan ve pêşkêş dikin. Bi hinek bernamên muzîkê û klîbên stranbêjan va weşanên xwe dixemlînin lê ev jî ji bo temaşvanan tene ne bes in.
Lê weşanên kurd1 û bernamên wî ne wusa nin. Wek min li jor jî gotibu, zimanê Kurd1 ê sedî sed kurdîye û bernameyên wî jî gor televîzyonên din gelek dewlemend û bijarte ne.
Di Kurd 1 ê da nuçe kêmin, lê bernameyên din zêde ne.
Ji belge fîlman bigre, hatta bernameyên dîrokî, ji filmên klasîk hatta rêzêfilmên populer, ji şîn û şahîyên civatê hata dersên zimanê kurdî û hemû nexşên jîyanê, li çi bigerî dikarî di kurd1 ê da bibînî.
Bi bernameya „Dersên Zimanê Kurdî“, kurd1 ne tenê ji bo zarokan, ji bo hemû temaşevanên xwe wek wezîfa dibistanê dibîne.
Bi bernameyên dîrokî wek zaningeheke.
Bi weşanên fîlmên klasîk ên bi zareve kurdiyek zelal perdeya sînemaya cîhanê ye.
Bi bernameyên cand û hunerî va şahî ye û hemu êvaran jîyana temaşevanên xwe rengîn û dewlemend dike.
Di warê teknîkî da jî di navbera televîzyonên kurdî da kurd1 xwedî cîhek cuda ye. Wek zimanê wî yê zelal weşana wî jî gelek paqij û baş e.
Ev jî ji bo televîzyonek dewlemendiyeke mezin e û bi vê dewlemendîya xwe kurd1, wek navê xwe di nav televîzyonên kurdî da ya herî yekemîn e.
E z bawerim ewê wusa jî cîhê xwe biparêze û weşana xwe di pêşerojê da jî bi serfirazîyek mezin bidomîne.
Bi rastî jî mirov dikare bêje; Jîyan bi kurdî, kurdî jî bi kurd1 ê va xweş e.
24.03.2010