Ez dikarim bi hêsanî bêjim, di derheqa PKK’ê da ji damezrandina wî hata îro, di bingeha nerînen min da tu guhartinek çê nebû. Bist sal berê çi difikirîm, îro jî wusa difikirim.
Ez duh çiqas nêzik bûm, îro jî ewqas dûrî PKK ê me..
Lê ez dîsa dikarim bêjim, wek bingeha nêrînên min, di bingeha PKK’ê da ji guhartinên mezin çênebûne. Çiqwas gotin û gotarên wan da ferq hebin jî, nîyeta wan a duh û îro jî yek e.
Duh jî rê û rebzên PKK’ê ji alî Abdullah Ocalan va dihat kifşkirin, îro jî bê şik û bê îtiraz ew kifş dike.
Ji ber vê yekê PKK neguherî, lê gelek tişt hatin guhartin.
Pêkî ew tiştên ku hatine guhartin çi ne?
Ew, ji alî kê va hatin guhartin?
Civat çima ewqas serîbinê hev bû?
Ev guhartinên ku di nav civata Kurd da qewimîne, tu bi teorîyên sîyasî yên hata îro hatine cêribandin, nayên îzahkirin. Ji bo vê yekê gere di gelek xalan da lêkolînên soyolojîk werin çekirin.
Sedem vê yekê ne nerînên alîgirên PKK’ê, ne jî dijberên wî nabe bersiva guhartinên PKK’ê û yên civata Kurd…
Di van guhartinan da para kê çî ye, çima PKK e?
Bi bawerîya min bersiva vê pirsê di destpêka PKK’ê da veşartî ye…
Wek herkes jî dizane ku PKK’ê damezrandina xwe bi çek û rextan îlan kir, bi salan şûnda dest bi karên çapemenîyê û legalî kir.
Hemû karên xwe ji roja yekemîn va raste rast bi navê xwe kir.
Bi xwe binerd bû, lê navê wî sererd bû.
Ev herdu taybet, PKK’ê ji hemû hêzên Kurdên Bakûr veqetand.
PKK, gor hinek xeletî û şaşîyên xwe, roj bi roj xurt bû û ev xurtbûna wî li alîkî jî bû sebebê zayifbûna hêzên din.
Heta salên 90’î xwedî kovarek nebûn, lê îro kes hejmara kovar û rojnameyên wan nizane…
Îro xwedî radyo û televizyona ne…
Heta salên 90’î alîgirên PKK’ê di derê komelek da derbas nedibûn, îro bi hezaran komel û enstîtû di bin baskên wan da xebatên xwe didomînin.
Li Amed û li gelek bajarên Kurdistana Bakûr di bin birêvebirîya wan da tên idare kirin…
Xwedî partîyên legal in.
Alîgirên wan ne tene di nav meclîsa Tirkan da, di hinek meclîsên Ewropî da jî cîh digrin.
Di nav Gel da bi hêz û bi quwet in.
Bi saya vê quwetê, di hilbijartina darbasbûyî da keçikek Maraşî û Elewî, li Wanê, gor axa û began, gor şêx û melan bi reyên şafîyan şandin parlamentoya Tirk.
Jinêkî Mêrdînî li Îdirê hilbijartin.
Akin Birdal, bi reyên Amedîyan kirin parlamenter ku, Akin Birdal bi çeptiya xwe bi hêza partîya xwe xewna parlamenteriyê nedikir.
Sedem vê yekê îro DYA li alîkî PKK’ê wek hêzek terorî ilan dike, lê li alîyek din jî ji dewleta Tirk ra raste rast dibêje ku bila bi PKK’ê, an jî bi hevalbendên PKK‘ê ra dest bi guftugoyê bike…
Ev hemu tiştên li ber çav, ne tenê encamê siyasetek rast in, ne jî tenê ji daxwazên maqûl pêk hatine…
Lê realîta îroyîn wusa ye…
Kî bi hêz û quwet be, ewqas bi qedr û bi qimet e…
Rastîya bê quwet jî, di şertên îroyîn da li vê dinê kesî têr nake, feyda wî ji bo axîretê hebe, ew jî hê kes nizane…
Lewra, bi sebr û bawerîya rastîyê guhartin nabe…
10.10.2008