Çîrok, behsa bûyer û kesayetiyên rastegîn û awarte dikin. Bingeha çirokan da çiqwas bûyerên rasteqîn hebin jî çîrokvan li rastîya wan nagere, li ser wan lêkolînê nake. Çîrokvan dengê dilê xwe guhdarî dike, gor dilê xwe bûyerên dîrokî diguherîne û bi hunerên xwe yê wêjeyî bi wan dilîze û dixemilîne. Bi naverokeke nû, wan pêşkêşî xwendevanan/guhdarvanan dike…
Dîrok, vekolîna zanistî ya bûyerên demên borî ye. Dîroknas jî bi metodên zanistî li rasitîya wan bûyerân digere. Bi çavkanîyên pirralî va rastîya wan tespît dike û wan bêalî dinivsîne.
Dema ku dîrokvan bêalîtîya xwe winda bike û naveroka bûyerên dîrokî gor nîyeta xwe biguherîne, we demê dîrok jî dibe çîrokeke bê naverok…
Piştî damezrandina dewelata Tirk, Mistefa Kemal û hevalên wî di gelek xalên civatê da guhartinên nû kirin. Ji wan yek jî guhartina tîpên alfabeyê bû. Di nav rojekî da tîpên erebî hate qedexekirin û bikaranîna tîpên latîni dest pê kir.
Bi vê guhartinê, xwendin û nivîsandina bi tîpên Erebî jî qedexe bû. Bi vî awayî li ser hemû bûyerên dîrokî jî perdeyeke reş hate daliqandin. Dem sekinî, di navbera paşeroj û pêşerojê da dîwareke qalind hate kişandin.
Bi damezrandina Sazîya Ziman û Diroka Tirk (TDTK – Türk Dil ve Tarih Kurumu)va xwestîn bi zimanek nû, dîrokeke bê bingeh û derew binivsînin. Ji bo vê yekê dîroknas hatin talîm û terbîyekirin…
Ev dîroknasên ku ji alî Mistefa Kemal û hevalên wî va hatin hilbijartin, şûna dîrokeke nûjen, dest bi nîvîsandina çîrokên wan kirin. Çîroka Mistefa Kemal û hevalên wî…
Heyştê û pênc sale gelê Tirk û gelê Kurd, vê çîrokê guhdarî dikin, zar û zêçên wan gor vê çîrokê telîm û terbîye dibin.
Tirk, roj bi roj ji dîroka xwe û ji rastîya dîrokê dûr in. Di bin tesîra çîroka Mistefa Kemal da man û hemû gelên cîhanê ji bo xwe û ji bo rejima kemalîst neyar hesibandin, neyartîya wan kirin. Hemû gelên ku di nav sînorê Tirkîyê da dijîn, wan jî wek xwe Tirk dîtin, ji reng û dengên cûda bêhayîdar jîyana xwe hata îro domandin.
Yên ku bi vê çîrokê xapîyan, gelo tenê Tirk bûn?
Dema ku mirov li rewşa Kurdan, bi taybetî jî li Kurdên Elewî dinêre, ji Tirkan ra rihmetê dixwîne.
Tirk bi çîroka Kemalîzmê bûn neyarên dostên xwe, lê Kurdên Elewî bi vê çîrokê bûn evîndarên neyarên xwe..
Di jenosîda Dersimê tenê da bi sedhazaran Elewî hatin kuştin. Hemû malbatên sereke ji warên bav û kalên xwe hatin nefîkirin. Yên mayîn jî bi çerxa asimîlasyonê û bi çîroka kemalîzmê, ji kokên xwe dûr ketin û qatîlên xwe kirin rêberên xwe…
Ji ber vê yekê ye ku îro hinek Tirkên wek Erdoxan difikirin, dixwazin dîroka xwe ya derewîn biguherînin, ji Tirkên neteweperest zêdetir Kurd û Elewîyên Kurd li dijî wan derdikevin…
Erdoxan û hevalên wî dibêjin; „Dewleta me li Palo, Dêrsim, Gelîyê Zîlan û li Amedê neheqî li Kurdan kir“.
Kurd û Elewîyên Kurd dibên; „Naxêr, tu derewan dikî. Heger di dîrokê da dewletê zilm kiribe jî ji bo kiryarên me yên paşverû kirîye. Yê ku li me neheqîyê dike tu yî“.
Erdoxan û hevalên wî dibêjin; „Heta îro dewletê hebûna we înkar kir, rastîya dîrokê guhart, dîroka me bû çîrok“.
Kurd û Elewîyên Kurd dibêjin; „Çîrok be jî, ji çîroka Keçelokê Pîrê çêtir e…“
02.12.2011
ikramoguz@navkurd.eu