Ji Tûrikê Erdoxan çi derket!..
Ji çend mehan vir da hemû hemwelatîyên Tirkîyê çavên xwe girtibûn, li benda vekirina tûrikê Erdoxan sekinîbûn.
Di van demên dawîyê da, hemû beşên civatê di derheqê tûrikê devgirêdayî da gumana xwe dianîn ziman. Ji wan hinekan ji destpêkê da digotin; „tûrikê Erdoxan vik û vala ye, tê da tu tiştek tune, devê wî vebe jî, tişt jê dernakeve“.
Hinek jî bi bîr û bawerî li hevîya vebûna tûrik sekinîbûn û wan jî digot; „tûrik heta devê wî tijî ye û tê da dermanê hemû beşên civatê heye…“
Dem hat, roja 30yê Îlonê, Erdoxan bi şahîyeke mezin devê tûrikê xwe vekir, hemû tiştên tê da berhevkirî, li pêşîya kamerayên televîzyonan yek û yek derxist û nîşan da…
Dû ra rojeva Kurd û Tirkan guherî, hemû beşên civata Kurd û Tirk, ev sê roj û şeve, bi tûrik ra radibin, bi tûrik ra radizên…
Tirkên Kemalîst û nijadperest dibêjin; „Erdoxan bi vekirina tûrikê xwe va carek din dîsa dînamêt kir bin hîmê dewletê û ji binî va hejand“.
Kurd jî dibêjin; „Tûrik pûç û vala derket. Daxwazên me nehatin cîh, demajoya ku şeş meh berê destpêkiribû, bi vî awayî nameşe“.
Derdê Tirkên kemalîst û nijadperestan yek e. Ew xêncî xwe, hebûna ti kesan qebûl nakîn û bi hemû hêz û quwetên xwe hîmê kemalîzmê diparêzin, di şopa kemalîzmê da diçin. Bayek sivik jî derkeve, ew qîyametê diqetînîn û derketina ba û bahozê jî bi neyartîyâ kemalizmê va girê didin…
Sedem wê yekê ye, ku hebûn û tesîra tiştên di tûrikê Erdoxan da derketine, bi wî awayî niqaş dikin û dibêjin; „Erdoxan welatê me parçe dike û bi destê wî xwe rê li ber avabûna Kurdistanê vedike“.
Kurd çi dibêjin?
Ew jî bi awayekî din li mijarê dinêrin û dibêjin; „Erdoxan, me bi tûrikê vala dixapîne, bi zanayî hata hilbijartinê pevajoyê dirêj dike û dû ra jî hemû rê û dirban li me digre“.
Bi rastî dema ku mirov bi çavê serê xwe li rojevê binêre û bê alî binirxîne, dibîne ku kemalîst û nijadperestên Tirk jî, Kurdên ku tûrik vala dibînin jî, rastîyê nabêjin…
Gotinên kemalîst û nijadperastan ne rast in, ji ber ku Erdoxan jî hîmê kemalizmê diparêze û di her demê da jî nijadperestîya xwe li dijberî kurdan tîne ziman.
Ew jî wek Kemal û Dewlet kîngê firsendê bibîne çavê xwe digre û dibêje; „Em her tiştî niqaş dikin, lê ji sê tiştan derbas nabin. Ew jî, yek dewlet, yek millet û yek jî al e…“
Di nêrîn û nirxandinên kurdan da jî gelek xeletî hene. Xeletîya wan ew e, ku dibêjin bila Erdoxan Kurdistaneke serbixwe ava bike û bide destê me!
Halbûkî Erdoxan ne Kurd, ne jî heval û hogirê kurdan e…
Rast e, di dema desthilatdarîya Erdoxan da gelek gavên balkêş hatin avêtin.
Redkirin û inkarkirina Kurdan bû dîrok…
Qedexekirina zimanê Kurdî ji holê rabû…
Qanalên televîzyon û radyoyên Kurdî vebûn…
Di zaningehên Turkîyê da beşên zimanê Kurdî ava bûn..
Di mekteban da zimanê Kurdî gor dilê kurdan nebe jî tê xwendin û nivîsandin…
Bi vekirina tûrikê nû va astêngîyên li pêşîya tîpên alfabeya Kurdî jî radibin û hwd…
Sedema van hemû guhartinên di nav deh salên dawî da çê bûne, ew girêdayî başî û xirabîya Erdoxan nînin.
Sedema herî mezin tekosîna gelê Kurd ya sedsalî ye…
Ferqe Erdoxan û selefên wî jî ew e, ku Erdoxan bi fahm û feraseta xwe ji wan diqete û îro gor pêşeroja dewleta xwe û daxwazên kurdan, gavên hûrik davêje, bi zena xwe rê li ber avakirina Kurdistanek serbixwe digre…
Di vî warî da Kurd jî bi piranî ji Erdoxan cuda nafikirin.
Kurdên bi hêz û bi quwet, îro ew jî, wek Erdoxan li dijberî avakirna devleteke Kurd derdikevin, federasyon û otonomîyê jî naxwazin.
Ew ji „yekyekên“ Erdoxan ra jî tu îtirazeke di cîh da nakin. Heger hinek daxwazên wan îro di tûrikê Erdoxan da derneketibe, ew jî ji bo pêşroja gelê Kurd tiştên zêde girîng nînin…
Kurdên ku zêde tiştan dixwazin, ew jî bê hêz û bê quwet in, kes ji hebûna wan û daxwazên wan jî hayîdar nîne. Loma li ba dewletê jî, li ba gelê Kurd jî gotin û daxwazên wan zêde pere nakin…
Kurdên ku li pê Erdoxan diçin û di hilbijartinan da dengên xwe didin partîya wî, ew ji herdu beşên din zêdetir in. Mixabin ew jî, di tûrikê Erdoxan da çi derkeve, jê razîn û bêdeng in…
Erdoxan û partîya wî, vê yekê dibînin û gor wê gavên xwe davêjin.
Sedem vê yekê ye, ku divê kurdên xwedî hêz, berî tûrikê Erdoxan, bila vegerin li xwe û li daxwazên xwe binêrin. Bila bi valabûna tûrikê Erdoxan ne xwe jî kesên derdora xwe nexapînin.
Kîngê ew ji kêmsîyên xwe xilasbin û li pişt daxwazên xwe yên neteweyî bisekinin, wê demê dikarin Erdoxan jî, tiştên di tûrikê Erdoxan da jî buguherînin…
02.10.2013