Divê, di cêva kê da pere, di dilê kê da îman heye, kes nizane…
Ev gotinek gelêrîye.
Cara ewil kîngê hatîye gotin tu kes nizane.
Belkî sed, an jî hezar sal berê…
Lê ya ku tê zanîn ewe ku, rastîya wê ye.
Ew rastîya wê ye ku, ev gotin bi salan di nav gel da hatîye cêribandin û wek mîratek çandî hata îro gêhîştîye me.
Gor rastîya vê hevokê îro jî mirov dikare bêje, iman an jî bawerî ji dil va nebe, şuna îman û bawerîyê rîyakarî digre…
Rîyakarî jî nexwaşî ye…
Bi taybetî ev nexweşî di civatên şundamayî da nexwaşîyek bê derman e…
Mirovê rîyakar, bawerîya xwe bi tiştekî nayne, lê bi hinek gotin, an jî bi hinek kirinên xwe, wek xwedîbawer xwe nîşan dide…
Mîsal; hinek kes hene bawerîya xwe bi Xwedê naynin, lê ji bo der û cînarên xwe rêya camîyê dikin rêya avê…
Hinek jî hene ne nîmêj dikin,ne jî rocîyê jî digrin, lê belê ji dil va xwedî bawer in…
Lewra ji bo mirovek mumîn berî her tiştî, bîr û bawerî, pişt re jî bikaranîna şert û mercên
bîr û bawerîyê lazim e…
An jî mirov heye cêva wî vala ye, tiştek lê bi qewime, ji camêrtîya xwe gavek şunda navêje.
Mirov jî heye dewlemend e, xwedî mal û milk e, lê xesîs e. Destê wî naçe cêva wî, tu dibê di cêva wî da dupişk he ye…
Sedem vê yekê ye ku divê, di cêva kê da pere, di dilê kê da îman heye, kes nizane…
Welatperwerî jî wusa ye…
Kî welatperwer e, kî nîne, kes nikare biryara wê bide…
Mijar sîyaset û sîyasetvanî be, ev hê jî zehmet dibe…
Wek bîr û bawerîya olî, welatperwerî jî ji dil û can va nebe, ne bi endametîya partîyek, ne jî bi avêtina sloganek tuj dibe…
Gor raya min bi çi awayî dibe bila bibe, kî ku axa xwe biparêze, bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife, li dîrok û çand û hunera xwe xwedî derkeve û di wî warî da çi ji destê wî tê bike, ew welatperwer e.
Ji bo welatperwerîyê tu pîvanek din jî nîne…
Yê ku tiştek din bêje, ew jî puç û vala ye…
05.04.2011
ikramoguz@navkurd.eu