Hilbajartina şaredarîyên li Tirkîyê li paş da ma. Di encama hilbijartinê da hin partî gor armanca xwe bi serketin û rêvebirîya şaredarîyan bi dest xistin. Hin partî jî di bin sanduqa hilbajartinên da man û pirpitîn. Sanduq vebûn, barê ser pişta wan ji ser wan rabû, bêhna wan hat ber wan, şa bûn, bi wê şabûnê ra serê xwe bilind kirin û berî partîyên din, bi awayekî serkeftina xwe îlan kirin.
Hunê bêjin, çawa dibe?..
Hemû partî serketî bin, yên binketî kî ne?
Welat Tirkîye be…
Partî jî ji Tirk û Kurdan pêk bên, ev tiştekî normal e…
Partîyên ku di hilbijartinê da bi serketin, ew serkeftina xwe bi destxistina şaredarîyan va nîşan didin…
Ew partîyên binketî jî, wek mesela hurcê û sevê, ji bo neserkeftina xwe bi bahaneyên vala va ber xwe didin.
Bi rastî ev jî kêmasîyeke mirovîye…
Mirov jî wek hurça ku devê wî negihîştîye sêvê, heger negihêje armanca xwe, kêmasîya xwe nabîne, bibîne jî naxwaza wan eşkere bike. Kêmasîyên xwe bi awayekî vedişêre, ji xwe ra li bahaneyên erzan digere û dibîne…
Wek mîsal:
Ew dibên; „Nîşana demoqrasîyê tenê hilbijartin û sandûqa hilbijartinê nîne!“
An jî dibên; „Di hilbijartinê da armanca me, ne destxistina şaredarîyan, ne jî wergirtina hêjmara reyan bûn, her du jî ji bo me ne muhîm bûn, ya herî muhîm rasîtîya gotinên me bûn, me wan jî bi serkeftî anîn ziman!..“
Çawa ku mirov di mesela hurçê da dikare bêje; „heger daxwaza hurcê xwarina sêve ne ba, li der dora dara sêvê çi digerîya!..“
Bi vî awayî dikare ji partîyên binketî ra jî bêje; „Heger armanca we destxistina şaredarîyan û girtina reyên zêde nebû, we çima ewqas xwe westand, bi şev û rojan zor û zehmetî kişand û têkilî hilbijartinê bûn!..“
Hûn tenê ji bo gotinên xwe yên „rast“ bibêjin, bajar bi bajar gerîyan…
Sedem wê yekê bû ku, di kûçe û kolanên bajaran da kes nedihat der dora we û guh nedida rastîyên we!..
Dema ku kesek di derheqê van bahaneyên wan yên erzan da tiştekî bibêje, tu dinihêrî wê demê jî bi awayekî din kêmasîyên xwe vedişêrin û dest bi gilî û gazinan dikin.
Kêmasîyên xwe bi tawanbarî û nezanîya gel va tînin ziman û xwe pîr û pak dikin.
Mixabin rûyên wan, wan dide dest…
Bi mirûz û devkenîyên wan rastî û xeletî, binketî û serketî bi hêsanî ji hev tên kifşkirin…
Lê heger tu gotinên binketîyan dubare bikî, ew di ber xwe da hûr hûr dikenin…
Tu qala wan nekî û pesnê wan nedî, ew ji te û derdora te dixeyîdin…
Wek mesela hurcê, rastîyê bêjî û bahaneyên wan yên erzan pûç bikî, wê gavê jî, ji te ra neyartîyê dikîn û ji gotinên te diqahirin…
12.04.2014
ikramoguz@navkurd.eu