Ji bûyîna mirovatîyê hata îro, qasî destpêkê, li ser dawîya mirovatîyê jî şirove hatine kirin.
Mixabin, gor vegotinên olî, ya jî gor zanînên zanyarî tu bersivek ji sedî sed nehatîye dayîn.
Tiştên ku em dibihîsin, ew jî ji farazîyan pêşva naçin.
Lê her farazîyek jî bê bingeh û vala nîne.
Ji van farazîyan yek jî, Salnameya Mayayî ya ne.
Gor agahîyên kesên pispor tê gotinê ku, ev Salname, Roja 21ê Meha Berçile ya di Sala 2012an da diqede…
Pergal disekine, dem û dewran jî di cîhê xwe da dimîne…
Salnameya Maya, salnameyeke zanyarî nîne, lê ya herî kevn e û tiştê ku tê da hatine nivîsandin, tên gotinê ku hata îro piranîya wan rast derketine. Sedema wê yekê ye ku gelek zanyar li ser Salnameya Maya lêkolînên kûr dikin û sebebê dawîya wê şirove dikin.
Gor hinek zanyaran dawîya salnamê, dawîya jîyana mirovatîyê ye, bi dawîbûna salnamê va jîyan jî diqede…
Ji zanyaran hinekên din jî dibêjin Sala 2012an ne dawî ye, lê belê destpêka dawîyê ye.
Gor şiroveyên hinek zanyaran, di sala 2012an da tofan radibe, di nav erd û ezmanan fizildûman derdikeve.
Bi tesîra wê tofanê piranîyan zindîyan can didin. Yên dimînin, ew jî bi îmkanên iro, di her xalî da jîyaneka baş dijîn.
Lê ew dem jî, ne demeke dûr û direj e.
Bi zêdeyî 50, an jî 60 sal e.
Piştî wê dema giranbûha jî qiyamet radibe û di dinê da tu zindî namîne.
***
Farazîyek din jî ya Einstein e.
Einstein salan berê gotîye ku, kîngê li dinê moz winda bibin, hûn bizanibin ku wundabûna mozan, îşareta dawîya dinê ye.
Ew dem jî 50, an jî 60 sal e…
Ev gotinên Einstein, kingê hatin rojevê?
Du meh berê.
Çima?
Li Amerîkayê moz wundabûn, loma…
***
Farazîya sisîyan jî farazîyeke olî ye.
Wek tê zanîn ku, jîyana mirovatîyê li Mezopotamyayê dest pê kirîye. Tê gotinê ku dawîya mirovahîyê jî li wir jî diqede.
Gor vê farazîyê; li ser erdê Mezopotamyayê şerekî mezin, şerê cîhanî derdikeve…
Li alîkî misilman û Ûriz, li alîyê din jî qewmek ji misilmanan bi kafiran va dibe yek…
Şer çend salan didome, lê kes bi ser nakeve…
Dawîya şer da Mehdî yanê Hz. Îsa ji jor da dadikeve xarê…
Dewletek Cîhanî ava dike û bi xwe jî dibe hukumdarê wê dewletê.
Di bin desthilatdarîya wî da rêvebirîyek bi edlayî û wekhevî tê saz kirin…
Hemû hemwelatîyên wê dewletê, reng û netew û ol’ a wan çi dibe bila bibe, wek xûçk û bira bi hev ra, wekhev û azad dijîn…
Lê ew dem jî ne dûr û dirêj e…
Dawî, roja qiyametê ye…
***
Bi rastî ev hersê farazî jî ji bo min wek çîrok in.
Ji wan ya herî nêzîk tê xuyakirin, ew jî ya sisîyan e…
Rastîya wî jî, ji bo min tenê ne xem e…
Lê xema min ewe ku heger ev rast be, daxwaza Kurdistaneke serbixwe, ji bo Kurdên wek min jî dîsa weke xewn û xeyal dimîne…
27.09.2007