Her destpêk bi dawîyekê diqede.
Ne destpêk bê dawî dibe, ne jî dawî bê despêk dest pê dike.
Destpêk û dawî bi hev ra girêdayî ne.
Ev yek zagonek ji zagonên xwezayê (tabiet) ye.
Wek bûyîn û mirin…
Hemû tiştên ku di xwezayê da tên zanîn ew jî wek bûyîna mirovan, destpêkekî wan he ye.
Ew jî bi awayekî dibin, gor xisûsîyetên xwe jîyanek didomînin û dimrin.
Di navbera wan da cûdatîyek hebe ew jî, zemanê di navbera destpêk û dawîya wan da ye.
Ji bo mirovan ew dem, li hinek cîhan kêmasî penceh sal, herî dirêj jî sed sal e.
Ji bo gul û sosinan, ji bo hemû nebatan demsalek e.
Wek tiştên zindî, organîzasyonên civakî jî xwedî destpêk û dawî ne.
Ji wan organîzasyonan yek jî dewlet e.
Ji bo dewletek damezrandin bûyin wê be , hilweşandin jî mirin wê ye.
Di dîroka mirovatîyê da heta roja iôr bi hezaran dewlet hatin damezrandin.
Xurt bûn, sînorên xwe fireh kirin.
Roj hat doza desthilatdarîya cîhanê kirin.
Lê roj hat, dema wan qedîya û yekoyek hilweşîyan.
Ji wan dewletan yek jî Împaratorîya Osmanîyan bû. Wek dewletekî piçuk hate damezrandin, roj bi roj, sal bi sal mezin bû. Desthilatdarîya wî şesed salî zêde kudîya. Lê rojek hat emrê wî jî qedîya û hilweşîya. Piştî hilweşandina wî, li ser beşek axa wî dewleta Tirk hate damezrandin.
Ew jî 90 sale, bi zilm û zordarîyê hebûna xwe didomîne.
Ji destpêka wî hata îro zilma herî mezin gelê Kurd jê dit.
Ew zilm û zordarîya bê pîvan dest pê kir, îro jî bi awayek din didome.
Li dijî vê zilmê gelê Kurd tu car bê deng nema. Di her demê da sere xwe ra kir û dijî vê zilmê derket. Di vî warî da bedelekî mezin da û di gelek xalan da jî bi ser ket.
Lê ji bo jîyaneke azad û bi rûmet hê rêyek dûr û dirêj li pêşîya gelê Kurd he ye.
Ji bo gihîştina encamê jî bir û bawerîyeke xurt lazim e.
Lewra wek destpêka wî, dawîya vî zilm û zordarîye jî dê were.
Tenê ji bo Xwedê dibêjin destpêk û dawîya jê ra tune. Divên ew hertim, li her derê hazir û nazir e. Ev xisûsîyeta ji bo Xwedê tê gotin, ne tenê di dînê Îslamê da, di hemû dînan da jî he ye. Hemû dîn bi vî awayî Xwedê bi nav dikin. Rastî û nerastîya wî mijara lekolînek kûr û dûr e.
Ez ji bo Xwedê tiştek nabêjim, lê gor min tiştek bê destpêk û dawî hebe ew jî, bîr û bawerî ye. Ji ber vê yekê ye ku dibên bir û bawerî hîmê hebûna mirove û sebebê jîyanê ye.
Wek salên borî, 2010 jî bi bîr bawerîyên me va derbas bû.
Em hemû îro jî bi bîr bawerîyen nû dikevin sala 2011’an..
Ez bawerim emê jî rojek azad û rûken bin, bese ku bîr û bawerîyên me winda nebe…
Sala 2011 jî gor bîr û bawerîyên we derbas be!..
31.12.2010