Duh hefte berê serokwezîrê Tirk Erdoxan, di civîna koma partîya xwe da eşekere kir, ku zimanê Kurdi di sala pêşîya me da û di dibistanan da wek dersa bijarte bê dayîn.
Erdoxan di axaftina xwe da ev biryar wek gavek dîrokî nirxand û jî ji bo wergirtina vê dersê jî hinek şert anî ziman..
Ji wan şertan yek ewe. ku dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî ji pîleya 5emîn va dest pê dike.
Ya duyemîn, ji bo wergirtina dersên bijarte kêmasî hilbijartina 10-12 xwendevanan pêwîst e.
Li kîjan dibistanê ev herduh şert werin cîh, di bin navê “Ziman û Şêwezarên Dijîn” de, Kurdî jî wek dersên bijarteyên din, di heftê da wek 2 saet bê dayîn.
Bi rastî gava ku mirov li paşerojê binêre û bi îro ra bide ber hev, bi vî rengî jî ev gav, wek gotina Erdoxan gavekî dîrokî ye, lê belê ne bes e û gelek kêmasîyên wê he ne.
Çine ew kêmasî?
Ya yek, navê dersê bixwe ye.
Çiqwas ders bi zimanê Kurdî were dayîn jî, ew di bin navê “Ziman û Şêwezarên Dijîn” va tê binavkirin.
Ya duyem, dema destpêkirina wê ye.
Ji pîleya 5emin va dest pê dike, ne mecbûrî ye. Ki ku bixwaze vê dersê werdigre, yên ku nexwaze, dikare şûna wê da derseke din hilbijêre.
Ya sêyem, dema dayîna wê ye.
Ew dem jî di heftê da tenê 2 saet e, ku ev jî ji bo hînbuna zimanek ne bes e.
Di derbarê vê mijarê da heta roja îro gelek Tirk û Kurd axifîn û gelek tişt jî gotin.
Nêrîn û şiroveyên ku di derbarê vê mijarê da hatine nivîsandin, piranîya wan bi zimanê Tirkî ne.
Nêrîn û şiroveyên kurdan jî, yên tirkan jî…
Di piranîya nêrîn û şiroveyên kurdan da tenê tiştek tê gotin, ku ew jî ev e: Em vê biryarê gavek erênî nabînin û em mafê perwerdeyîya bi zimanê Kurdî dixwazin.
Lê bi çi awayî, ew jî ne kifş e!
Halbukî, îro xêncî partî û komelên sîyasî, li Tirkîyê ya jî li derveyî welat gelek kes û kesayetîyên di warê çand û hunera Kurdî da kar dikin, hene. Ji bo vê mijarê ne ji partîyên sîyasî, ne jî ji dezgehên civakî projeyeke erênî nehat pêşkêşkirin. Heta ji hinekan deng jî derneket, yên deng dan, wan jî bi daxuyanîyek ya jî bi sloganeke rût û tazî anîn ziman, ku dibêjin; „Em mafê perwerdeyîya bi zimanê zikmakî dixwazin!“
Ev jî tê vê wateyê, ku Kurd bi plan û projeyan naxebitin, tenê gor sîyaseta rojane û bi çend qalibên ezber diaxifin…
Halbukî di vî warî da di destê kurdan da plan û projeyek tunebe jî, di gelek welatên bîyanî da nimuneyên pir balkêş he ne. Mirov dikare rewşa wan welatan binêre û tecrûbeyên wanên balkêş wek mînak nîşan bide.
Mesela ji wan welatan yek jî Galer e.
Çend roj berê Cengîz Çandar di nivîseke xwe da dibêje, ku li Galer zimanê Galî ji berî mekteba ewlîn, yanî di çar salîya zarokan da wek zimanê perwerdeyîyê tê bikaranîn û zimanê Îngilîzî jî di pîleya yekemîn da wek dersa mecbûrî tê dayîn.
Hinek dikarin bibêjin, rewşa Galer û Kurdistan, ya Îngiltere û Tirkiyê ne wekhev e.
Rast e, ne wek hev e…
Lêbelê rewşa wan welatan wekhev nebe jî, mirov dikare ji tecrûbeyên wan hinek dersan derxîne û gor wan tecrûbeyan rêçek ji xwe ra bibîne…
Rastîyeke, ku di şertên îroyîn da perwerdeyîya bi zimanê Kurdî di rojekî da ya jî di salekî da ne mimkun e. Ji bo vê yekê bingeheke xurt pêwîst e.
Lê mirov dikare bêje; heger armanc çareserîya pirsa Kurdî be, berî her tiştî divê hukumet û dewleta Tirk jî di vî warî da durist bin.
Ya yek, eger ders bi zimanê Kurdî be, bila navê wî jî rast e rast bê dayîn.
Ya din jî, ji bo zarokên Kurd dersa Kurdî çima mecbûrî nîne û di sinifa yekemîn da dest pê nake?
Heger ji bo zarokên Tirk, Kurdî wek dersa bijarte bihata dayîn, di kijan pîleyê da dest pê bikira jî, xem ne bû…
Ev yek jî nîşan dide, ku Erdoxan û hukumeta wî di vî warî da ne durist in…
Mirov dikare bêje, ji bo hînbûn ya jî perwerdey ziman qasî ku hazirîyeke kurdan tune be, ewqas jî nîyeta Tirkan xirab e…
Sedem vê yekê ye ku, herdu alî jî nîyet û kêmasîyên xwe eşkere nakin.
Kurd kêmasîyên xwe bi sloganên hişk, Tirk jî nîyeta xwe ya xirab, bi hinek astengîyan va vedişêrin…
Li alî Kurdan ya eşkere ew e, ku heta kurdên xwedî armanc bi Tirkî biaxifin û binivsînin, dewleta Tirk mafê perwerdeyîya bi zimanê zikmakî jî bide, kurd bi piranî wek îro tevdigerin û zarên xwe dîsa bi Tirkî perwerde dikin.
Li alîyê din, dersa bijarte îro bi tena serê xwe dawî li êş û jana kurdan nayne, lê her çiqwas kêmasîyên wê hebin, dîsa jî ji tunebûnê çêtir e.
Bes, ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û bi vê yekê razî nebin û wek gava duyem, daxwaza ji bo perwerdeyî ya zimanê zikmakî xurt bînin ziman…
Le ne bi slogan û daxuyanîyên rût û tazî, bi plan û projeyên cêribandî…
26.06.2012