Deng ji avên herikîn tên, dengê melodîyên tabîatê…
Avên herikî ji çavkanîyên xwe derdikevin, bi xwiş e xwiş û lime lim diherikin. Nav geli û banîyan da, di nav dar û daristanan da derbas dibin, xwe digîhîjînin çem û rûbaran. Xurt dibin, pêl didin û digîhîjin derya û bahran.
Çavkanîyên wan herêmi bin jî, ew wek avên avbîr di cîhên xwe da naseklnin û bi rê dikevin, xwe digîhîjinin deryayên mezin, dibin perçeyek ji avên gerdunî.
Yek jî avbîr hene. Avbîr naherikin, di nav bîrê da li der dora xwe terin tên, bingeha xwe kur û fireh dikin û bi vî awayî hebuna xwe didomînin. Xurtbun û quweta wan ji çavkanîyên wan ên binerdî tên. Lê bingeha xwe çiqwas kur bikin jî wek avên herêmî dimînin.
Ozan Sêxo navê albuma xwe ya dawî Dengê Avê lêkirîye. Bi rastî ez nizanim Şêxo vî navî çima jimartîye. Lê di navbera nav û naveroka albumê da ahengek gelek balkêş heye. Ev aheng jî mirov dikare bi hêsanî bêjê hunermendî û hostatîya Şêxo ye.
Ji kilam û stranên albûmê hinekên wan herêmî ne, herêma Semsurê (Adiyaman). Hinekên wan jî ji alîyê Şêxo va hatine çêkirin û bi zaravên herêmî hatine nivîsandin, wek şiîra Mehmet Bayrak a bi navê „Gozincan mekin“ , du şiîrên Ahmet Dumrul yên bi navên „Te Kinge Warι“ û „Az La Kuma“ û ya Ahmet Donat a bi navê „Rindê Were“.
Şêxo van kilam û stranên herêmî wek ava herikî ji çavkanîyên wan girtîye û bi warek gerdunî nexş kirîye, ruhek nu daye wan.
Di strana „Alîyar“ da nexşên Farisî, di“ Aşiqê Rastî“ û „Gozzincan mekin“ da dengê evînê heye…
Şêxo wan gotin û maqamên herêmî bi hunermendîya xwe, wek mîna avên herîkî bi dewlemendîya çand û hunerîya gerdunî va perijandîye.
Bi hunermendîya Şêxo kilam û stranên hêla Semsurê bi zaravayên wî yên orjinal û bi nexşên gerdunî pas û qirêja guhê guhdaran paqij dike.
Şêxo bi vî albûmê carek din dîsa ispat dike ku di nav çand û hunera gerdunî da cîh girtin ancax bi pêşketina herêmî va mimkun e.
Çawa ku rengînîya baxçên gulan, ji her gulên li ser koka xwe hêşîn dibin û reng a reng peldidin, pêktên, dewlemendîya çand û hunerîya gerdunî jî ji pêşketina çand û hunerên herêmî û netewî pêktên .
Çand û hunera bê kok û bê bingeh dibe ku warên rojane da bibe populer û deng bide,lê emrê wê jî wek gula ji koka xwe qetandî kine û roj bi roj di çilmise û winda dibe.
Ji ber vê yekê ye ku mirov dikare bejê Ozan Şêxo bi vî albuma xwe du tiştên balkêş anîne cîh.
Ya yekemîn, Kilam û stranên herêmî ji windabunê xilaskirîye. Ya duyemîn jî bi nexş û hunerên xwe wan reng û dengên herêmî bi dewlemendîya çand û hunera Kurdistanî va girêdaye…
10.01.10
ikramoguz@navkurd.eu