Di cîvatekî da şêrtên pirrengtî û pirrdengtîyê tune bin, mirov nikare bi hêsanî daxwaza civateke piralî bike. Lê kingê ku ew şert werin cîh, wê demê jî daxwazên hinekan jî bi awyekî tên guhartin û wek Silêman Demirel pirrengtî û pirrdengtîyê ji bo xwe tenê dixwazin.
Di salên borî da, xebatên ku di warê kurdayetîyê da dihatin kirin, qedexe bûn û ew xebat dizî dihatin kirin. Hinek karên vekirî bihatana kirinê jî, dewletê, wan kar û barên eşkere jî bi yê dizîva girêdida û bi vî awayî pêşî li wan digirt.
Xebatên ku di warê çapemenîyê da dihatin kirin, ew jî wusa bun. Ew kar ciqwas karekî bazirganîba jî, tu kesî jê pere qezenc nedikri. Yekî hewl bida xwe gavek biavêta, berê dezgehê wî tarûmar dibû û dû ra jî dihat girtin û bi terosrîstîyê dihat tavanbarkirin. Ji ber vê yekê jî tu dewlemendekî Kurd karê çapemenîyê ne dikir, ne jî tiştek wusa difikirî. Mirovên welatparêz û be sermaye jî nikaribûn bi serê xwe tenê dezgehên wusa ava bikin, dek û dezgeyên ku ava dibîn, ew jî dûr û dirêj ber xwe nedidan û dihatin girtin.
Sedem vê yekê ew kar û barên çapemenîyê jî li ser milê hêzên sîyasî mabûn. Bi rastî dema ku mirov ji îro da li paş xwe binihêre, dikare bêje ku xebatên hêzên sîyasî, yên herî baş jî ev bûn. Bi saya wan xebatan gelek kitêb, kovar û rojname derketin. Gelek kes bi saya wan hîni xwendin û nivîsandina Kurdî bu. Tu kes vî rastîyê îro jî ji bîr nake. Lê tiştek din jî heye ku gere mirov îro wî jî bi hêsanî bîne ziman.
Nav deh salên dawî da pêşveçûna teknolojîyê, li seranserê dinyayê bu sebebê guhartinên gelek gring. Ji tesîra wê gelek tişt ji binî va hatin guhartin. Sistemên ku gorî vê şoreşê xwe ji nû va reorganize kirin û dikin, roj bi roj pêşta diçin. Pirranîya yên din ser û binê hev bûn, yên ku hê mane jî şaş û metal li der dora xwe dinihêrin û nizanin li kîjan alî bizivirin.
Lê dîsa jî wek tarîqatên oli, xênci rîyâ xwe ne rêyeke rast, ne jî xêncî xwe kesî li ser pozê xwe dibînin.
Tiştên ku di salên borî da ji ber şert û şûrtên civakî ketibû bin tekela wan, îro ne dixwazin bi kesî ra parve bikin, ne jî dikarin bi serê xwe tenê tînin cîh. Lê jîyan gorî daxwaza kesî nameşe. Ew karên ku duh bê sermaye û bê quweta mirovan nedihatin kirin, iro bi saya teknolojîyê bi hêsanî tên kirin. Duh kesî nikarîbu kovarek, an jî rojnamyeke hefteyî derxista, îro mirovek bi serê xwe tenê dikare televizyonekî ava bike. Ev yek jî ji alî kesên ku duh civateke pirrengî û pirrdengi dixwastin, ne tên dîtin nê jî ji wan rûmetek dibînin.
Ev yek jî tê vê wateyê ku, ew kesên duh civateke pirrali dixwastin, iro gorî wan daxwazên xwe nameşin.
Ji nêrînên wan ên îroyîn da tê xuyakirin ku ew duh jî ji pirrdengtîyê, tenê dengê şêxê xwe yên modern fêm dikirin. Îro jî xêncî dengê şêxên xwe, ne dixwazin dengeki din bibihîsin, ne jî tahamulî dengeki din dikin. Gotina şêxên wan çi be, ji bo wan rastî jî ew e û li ser rastîya xwe rastîya kesî jî qebûl nakin.
Ji pirrengîyê jî ew duh rengan fêm dikin. Gor wan tiştek yan reş e, yan jî sipî ye. Mirovek yan baş e, yan xesîs e. Kesên, wek wan difikirin û ji şêxên wan ên modern ra mûrîdîtîyê dikin, ew, ronakbir, rewşenbir, nivîskar, dîndar, welatparez, sosyalist, komunist, humanîst û her tiştin.
Kesên wek wan nafikirin, ew jî bê şex û bê tarîqat, bi serî bê beratê tên bi nav kirin. Navê wan jî westyayi ne, tirsonek in, cahil in, karyerist in, kapitalist û makyavelist in.
Nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî duh ji alî deweleta Tirk va dihat qedexekirin. Lê îro dibînim ku hinek mûrîd jî karê çapemenîyê di tekela xwe da dibînin û naxwazin kesên ji dûri wan û tarîqatên wan bi Kurdî jî binivîsînin.
Gelo xebatên mirovên serbixwe û mirovên ji „tarîqatên modern“ dûrketî, çima li zora mûrîdan diçin.
Ez bixwe ji mûrîdîtîya wan û tarîqatên wan ra tiştek nabêjim, ew mûrîdîtîyê rast dibînin û wusa jîyana xwe didomînin, ev problema wan e.
Lê gere ew jî bizanibin ku tu kes jî mecbûr nîne ku wek wan bifikire û bi tarîqatên wan ra bimeşe…
25.02.2006
ikramoguz@navkurd.eu