Di van rojên dawî de, sedem nivîsên ku di malpêrê da tên weşandin, ji min ra gelek mesajên bê edeb û qirêj tên. Kesên ku dişînin, pirranîya wan jî Tirk in.
Hinekên wan di mesajên xwe da ji min ra didin xebera û min tehdît dikin, hinek jî berê aqil didin û piştra jî bi awyeke nerm avirên xwe di ser min da dirijînin.
Di naveroka nivîsên wan da tê xuyakirin ku, ew kesên min tehdît dikin ne tenê nijadperestên Tirk in, ji wan gelek jî çepin û çeptîya xwe jî înkar nakin.
Bi rastî kufir û heqarêtên nijadperestan tişteki nû nîne û mirov wan fêm jî dike. Yê nayên fêmkirin, çepên Tirk in û kirin û gotinên wan in. Ew di pirsgireka kurdî da ne îro tenê, hertim çep dinêrin û rast ledixin.
Lê bila ew bizanibin ku, em bi rexne û xeberên wan va piçûk nabin, lê ew ferq nekin jî, ew bi van kirin û kiryarên xwe, serî da xwe şermezar dikin.
Çima, ji bo çi, me rexne dikin?
Heger xeletî û kemasîyên me hebe jî, gelo çima wan ewqas zêde wan diêşîne?
Wek eşkere tê xuyakirin, ew ji bo serfîrazîya me, me rexne nakin, serkeftinên me li zora wan diçin.
Ji bo bersivandina pirsên wan, ne hewceye ku mirov dûr û dirêj bifikire û bipîve, daxwazên ku ji me dikin, niyeta wan eşkere dike….
Dibêjin, çima em dijî tekilîyên Amerîka û Kurdên Başûr dernakevin û niyeta Amerîkîyên kolonyalist nabînin.
Çima, wek wan dijîtîya emperyalîzmê û ABD’yê nakin.
Çima, em ji bo sosyalîzmê, sosyalîzma ku îro Castro û Kim Îl Sung serkêşîya wê dikin, dest ji mafên xwe yên netewî bernadin û bi ruhek netew li meseleyên Rojhilata Navîn dinêrin..
Çima bi çepên Tirkan ra dijîtîya Barzanî û Talabanî nakin û wan bi kewneperestîyê şermezar nakin.
Daxwazên wan wusa dirêj dibin û diçin…
Mixabin gelek Kurd jî, kurdên ku hê xwe di nav xewna dîktatorîyê da dibînin, wek çepên Tirk û nijadperestên Tirk hê jî dijîtîya Kurdên Başûr dikin, ji wan bêtir tenê nîyêtên xwe eşkere nakin.
Ev pirs û gotin jî têra van camêran nakin, di mesajên xwe da dev davêjin jîyana me ya rojane û di mesajên xwe da, nav û navnîşanên xwe jî eşkere dinivsînin.
Ji wan yek dibêje ; „Hûn çiqwas maaş distînin. Hûn bi van karên xwe, xwe erzan nefroşin, ji Soros dawa heqê xwe bikin ku bila ew maaşê we zêde bike.“
Yekî din dibêje; „Bila Îbrahim Aksoy di nivîsên xwe da yan methê emperyalîzmê neke, yan jî bila navê kurê xwe biguherîne.“
Tê xuyakirin ev mirov qasî ku navê kurê wî dizane, Îbrahim Aksoy ewqas baş nas dike.
Yekî din jî wuha dibêje; „Hûn ji serî heta bînî di nivîsên xwe da bijî Kurdistan bêjin. Piştî kişandina Amerîkayê ezê we bibînim. Wê rojê ezê derîm ser çîyayê Cûdî û li reva we binêrim. Hela kî li we starîyê dike, emê bi hev ra bibînin.“
Belê piranîya mesajan bi vî awayî ne û ne tenê nîyetên şexsî, nêrînên cîvakî û nêrînên dewleta Tirk in.
Hem û kul û birînên wan jî, serfirazîya Kurdên Başûr û Kurdistana Federal e. Derdê wan ne sosyalizm e, ne jî biratîya gelan e.
17.07. 2006
ikramoguz@navkurd.eu