Di edebîyata Kurdî ya devkî da gotinên pêşîyan cîheki gring digre. Wek gelên din Kurd jî li van gotinan xwedî derketine û bê qeyd û bend hata îro anîne.
Wek tê zanîn ku rastîya gotinên pêşîyan wek encamên zanyarî nehatine cêribandin, lê belê rastîya wan bi tecrubêyen salan va hatîne îspat kirin. Ji ber wê yekê ye ku her pêşgotinek bi serê xwe gelek tiştan di nav xwe da dihêwirîne.
Di gotinên pêşîyan da her xalên civatê tên dîtin. Ew çêyî û xirabîyên civatê, rewşa olî û aborîya civatê , têkilîya mêr û jinan, têkilîyên serdest û bindestan hwd. bi kurtayî tînin ziman…
Mesela ji bo têkîlîya jin û mer;
Jina xirab ketîye dest merê çê, ne tê kuştin ne tê berdan!..
Mirov dikarê vê pêşgotine wuha jî buguherîne;
Mêrê xirab ketîye dest jin a çê ne tê kuştîn ne tê berdan!..
Ji bo wekhevtîya jin û mêr;
Şêr şer e, çi jin e çi mêr e!..
Mêr çem be, jin behr e!..
Ji bo civatek vekirî ;
Çêleka bi dizî tê ga, aşkere dizê!..
Dawîya derewan hata nîvê şevê ye!..
Li ser dewlemendî û feqîrtîyê;
Hê hesp tu ne, lê afir jê ra çê dike!..
Bêrika feqîran vala ye, qelbê wan tijî ye!..
Ji bo jîrtî û teralîyê;
Heger havînê tu li ber sîyê pal bidî, tu yê zivistanê jî zikê xwe mist bidî!..
Yê havînê serê wî kelya ye, zivistanê kasika wî dikele!..
Ji bo çavnebartî û çavbirçîtîyê;
Tu ji min ra çi dixwazî, bila Xwedê du qatî wî bide te!..
Pîrê bawer nedikir mêr bike, mer kir niha dawa heftik û heyştkan dike!..
Ji bo tirs û cesarêtê;
Berxê nêr ji bo kêr e!..
Ji şertên mêranîyê 99 neh, rev e!..
Ji bo axa û xulaman;
Malê axa tere, canê xulam derdikeve!..
Jib o şêx û melan;
Mirudê nezan şêxê xwe şaş dike, şêxê nezan mirudê xwe di erdê da kaş dike!..
Xwarina xweş cemaatê dikşîne ser sifrê, melayê şaş cemaatê dibe ser kufrê!..
Ji bo îro ewqas bes e. Pê van gotînên xweş dixwazim bi pirsek B. Franklin nivîsa xwe xilas kim.
“Di hinekên din da qencîyê, di xwe da li xirabîyê bigerin.“
25.04.2010