Gelek rojnamevan û nivîskar di van rojên taybetî da qala piçûktiya xwe dikin û bîranînên xwe, bi derdorên xwe û xwendevanên xwe ra parva dikin. Ji van rojên taybeti yek jî roja cejna rojîyê (Remezanê) ye. Îsal jî min ev cejn li dervayî welat derbas kir. Îsal tu xebera min ji hatina wê jî, ji pîrozkirina wê jî tune nebû. Gor misilmanan cejn sê rojan tê pîrozkirin. Roja yekemîn, ji destê sibê da zengilê telefona min dest pê kir û hata evarê tu carî nehat birîn. Li ser vê yekê piçûktîya min û cejna wê demê kete bîra min. Min jî xwest ku, ez jî bîranînên xwe yên di derheqê cejna rojîyê û zaroktîya xwe ya wê demê da, i bi we ra parve bikim, ew çiqas wek bîranînên nivîskar û rijnamevanên bi nav û deng, dewlemend nebin jî…
Wek tê bîra min, meha remezanê ji bo mezinan meha ibadetê, ji bo zarokan jî meha lîstik û şahîyê bu. Em jî wek mezinan radibûn paşîvê û me nanê paşîvê dixwar, wek mirovên bi rojî jî li ser sifra fitarê rûdiniştin û ji bo xwarina fitarê, bê sebr û taamûl li benda azandina mele disekinîn. Di meha rojîyê da mêrên gund kêm dixebitîn, ji ber ku rojî digirtin û sedemê birçîbûnê ji quwet da diketin. Dema ku mezin kêm dixebitîn, ji zarokan ra jî zemanê vala zêde dibu û ew jî bi lîstikê derbas dibû.
Di navbera rojê da heger heba, me kar û barên xwe yên ppêwîst dianî cîh û dest bi listîkê dikir. Lîstika herî zêde dihat lîstên, lîstika „kap“an bu. Ber bi êvarê „bir“, lîstika êvarê, piştî vekirina fitarê jî çavçirtonek bû. Ji bo vê lîstikê zarok dibûn du kom. Komek zarokan çavê xwe digirtin, yên din jî xwe vedişartin. Piştra yên çavgirtî, çavê xwe vedikirin û li yê xwe veşartibûn, digerîyan. Di dawîya lîstikê da kîjan kom berê bihata cîyê destpêka lîstikê wî lîstik qezenç dikir. Çavçirtoneka me ji piştî fitarê heta dema paşîvê dikudîya.
Mer û xort jî piştî fitarê diçûn, di camîya gund da nimêja terawîyê dikirin û piştî nimêjê jî li odên mêra kom dibûn. Hata paşîvê zemanê wan jî wek bi kêf û eşq derbas dibû. Ji wan hinekan kişik dileyîstin, hinekan jî lîstikên nû ji xwe ra icat dikirin û zemanê xwe bi wan lîstikan va derbas dikirin.
Wê demê ji bo me zarokan rojî girtin tiştekî muhîm bû. Di navbera zarokan da girtina rojîyê, wek şertê mezinahîyê dihat hesibandin. Hemû zarokên gund di navbera xwe da şert digirtin ku kî dikarê zêde rojîyê bigre. Lê dê û bavên me wek mezinên îro nedifikirîn û nedixwestin em rojîyê bigrin. Roja ku me rojî digirt, ew dihatin ba me û bi destê zorê nan û av didan me û ji me ra wuha digotin; „hûn kîngê reşît bûn, wê demê rojîyê bigrin, lewra girtina rojîyê îro li we ra ferz nîne.“
Dîsa jî ji bo îspatkirina mezinahîya xwe hinek zarokên gund rojî ne girtibana jî, ji hevalên xwe ra digotin; „em bi rojîne.“
Lê pirranîya zarokan du rojên dawîyê, ji wan ra jî digotin, roja şerefat û erefatê, rojî digirtin, mezinên tu kesî jî ji bo van du rojan ji wan ra dengê xwe nedikir.
Di wan her du rojan da ji bo hemû zarokan heyecanek dest pê dikir ku ev jî tu carî nedihat tarîf kirin.
Ya yekem ew bû ku her du rojên dawîyê da, berîya nanê êvarê ji mezina wek dîyarîya fitarê, fêkî distandin û di malda jî jî bo wan xwarinên herî xweş dihat çêkirin.
Ya diduyan jî, bila bê îstisna hemû zarok ji dê û bavên xwe dîyarîya cejnê distandin, ew bi piranî kincên nû bûn û zarok wan kincên xwe di roja cejnê da li xwe dikirin. Heyecanek zarokan ya din jî ew bû ku, difikirîn, ewê di roja cejnê ya yekemîn da çiqas fêkî berhev bikin. Ji ber vê yekê rojên dawîya rojîyê tu carî ji bo zarokan bi hêsanî derbas nedibûn. Li alîkî xew nediket çavê wan, wexta radizan jî ew her sê tişt xewnên wan dixemiland.
Roja dawîyê jinên gund ji bo amadekirina xwarin û vexwarina eydê tendûrên xwe ji zû va dadidan. Mêr û xort jî ser û gohên xwe dişûştin û ji zû va diçûn camîyê, ji bo nimêjâ eydê.
Zarok jî kincên xwe yên nû, yên ku kincên wanê nû tunebana, wan jî kincên xwe yên şîştî li xwe dikirin û li benda belavbûna camîyê disekinîn. Piştî nimeja eydê cejn dest pê dikir û zarok jî li nav gund belav dibûn. Ji serê gund da dest pê dikirin, mal mal digerîyan û di binê gund da derdiketin.
Gera nav gund kom bi kom dest pê dikir. Hinekan jorî gund va dest bi gerê dikir, hinekan jî ji jêr va. Mal bi mal hata serê din digeriyan.
Ji berê da, di navbera xwe da biryar digirtin ku ewê destê jinên kîjan malê ramûsin, ji kîjan jinan dûr bisekinin. Li ser vê yêkê di navbera xwe da digetin gengeşîyê. Pivana destramûsana zarokan, gorî fêkiyên ku xwedîye malê dide wan, dihat guhartin. Lê berî gerê dizanibûn ku ji kîjan malê ewê çi bistînin.
Ji bo jinên tima navbera xwe da pîlan û programên cûda çê dikirin. Ji hev ra digotin, “heger mala felankesê dîsa serê me hcîrek genî bide me, emê hêcîrên wan ên genî bigrin û ser serên wan da bavêjin.“
Carcaran jî temîyên xwe li hev dikirin û ji hev ra digotin; „ji bîr meke heger tu herî destê jina fêlankesê ewê lepa xwe tijî guz bike û di tûrikê te da ke.“
Hemû xeberdanên wan ên wê rojê li ser timatî û destvekirîya jinên gund derbas dibû.
Piştî gerê, fêkîyên ku berhevkiribûn, vedişartin û dihatin ba hev, derheqê mal û jinên gund da dipeyivîn. Pesnê hinekan dikirin, ji bo hinekan jî çi dihat devên wan digotin, ji wan ra didan xebera.
Heger dem payîz û zivistanba, di gomek pez da dihatin ba hev, bi kapên hestî li ser guzên ku berhevkiribûn, dileyîstin, bahar û havîn ba, cîyê lîstikê yan ser xanîyên duz, yan jî ber derîyên paqij bun.
Ji bo sê rojan tu dê bavê kesî jî ji bo lîstikên wan dengê xwe nedikirin.
Ji ber wê yekê jî kêf kêfa zarokan bû…
05.11.2005
ikramoguz@navkurd.eu