Piçûktîya min li gund derbas bû. Cejnên cîvakî yên olî, bi taybetî cejna qurbanê di van salên dawî da çawa derbas dibe, nizanim. Lê bêrê ew di civatê gundan da xwedî cîhekî gring bûn. Ji bo hemu kesan wateyek wan hebûn.
Ji bo jinan, roja çêkirina xwarinên xwes bû.
Ji bo mêran, roja lihevhatinê bû.
Ji bo kal û pîran roja tobedarîyê û serjêkirina qurbanê bû.
Ji bo zarokan kincên nû, berhevkirina fêkî û lîstikê bû. Lewra wê demê pere ji bo zarokan tiştekî xerîb bû. Eydanîya wan guz, fistiq û hêcîr bûn.
Dema ku Cejna qurbanê nêzik dibû, hemû kesan roj dijmart û ji bo derbasbûna cejek bi kêf û xweş xwe amade dikirin.
Daxwazên kal û pîran ji bo qurbanîyê beranek qerqaş, yên zarokan jî, ji dê û bavan daxwaza kincên nû bûn. Ji bo bicîhanîna daxwazên xwe kal û pîran ji xwedê ra dua dikirin, zarokan jî lavayê dê û bavê xwe dikirin.
Roja berîya eydê, roja erefatê, xew nediket çavê tu kesî.
Malîvanên malan ji êvar da tendûr dadidan û ji êvarê hata melê sibê xwerin çêdikirin û nan dipêjandin. Serê sibê bi ava ku li ser tendûrê dikelîya jî, ser û guhê zaran dişûştin.
Kal û pîr wê şevê, beranên ku ji bo wan dihatin serjêkirin, dianîn li piş derîyê odê an jî li kuncukekî aşxanê girêdidan û wê şevê bi qurbana xwe ra derbas dikirin.
Zarok jî kincên xwe yên nu digirtin bi usilek qat dikirin û didan ber sere xwe û ji bo roja eydê diketin nav xewn û xeyalan û di nav nivînên xwe da heta sere sibê dilivîyan.
Bi dengê melê sibê ra hemû zar û zêç, kal û pîr û jin û mêr radibûn, dest û rûyê xwe dişûştin û ji bo pîrozkirina cejna qurbanê amade dibûn.
Mezinan ji bo nimêja eydê berê xwe didan mizgeftê .
Jinan mal berhev dikirin û ji bo xwerin û vexwerinê hazirîya xwe dikirin.
Zarok jî, ji bo destpêkirina gera nav gund bê sebr û bê sebat li der dora xwe diçûn, dihatin.
Piştî nimêja eydê mêr ji mizgeftê derdiketin, cejna hevdu pîroz dikirin û qefl bi qefl berê xwe didan malên mezinan.
Piştî xwerin û vexwerinê, zarok ji malan derdiketin û li hev dicivîyan. Kom bi kom bi rê diketin û di serîkî gund da diketin nav gund, mal bi mal digerîyan û di serîyê din da derdiketin. Dema ku gera wan diqedîya, di nav wan da kirîtîkên di derheqê jinan da dihatin ziman.
Hinekan digot; „jina filankesê pir tema ye, hêcirek nîvi kir û nîvê wê dirêjî min kir, min jî nivê hêcîrê girt û şûnda avêt ser wî û bi lez û bez revîyam“.
Hinekan jî digot; „jina felankêsê gelek baş bû, kulma xwe tijî guz kir û anî avêt nav torbê eydanîya min“.
Ev pesn û laqirdîyên di derheqê jinên gund da dihate kirin, di nav gund da wek ajansên radyoyê belav dibûn.
Piştî nîvroyê beran bi şarên kesk û sor û zer va dihatin xemilandin û pişt ra di nav gund da dihatin gerandin. Xwedîyê qurbanan kêrên xwe tûj dikirin û ji bo serjêkirina beranan amade dibûn.
Beran dianîn ber derê malê û berê bi hespar lingên wi bihev ra girêdidan. Cendekî wî davêtin erdê û berê wî didan qulbê. Wê demê hemû zarokên malê li der dora beran dicivîyan. Yên ku beran serjêdikir, di guhê wî da hinek ayet dixwand û kêr davêt qirika wî.
Di nav çen sanîyeyan da xwîn ji qirka beran dikişîya, mezinê malê dihat tilîya xweya eşhedê di xwîna beran da dikir û yekoyek enîya zarokan bi xwîna gewez dideqand.
Qurban berê dihat gurandin û pişt ra goştê wî bi hestîyan dihat parçekirin. Di gund de çiqwas mal heba, gor hêjmara wan dihat parve kirin û para her malekî dihat dayîn.
Piştî belavkirinê goştê qurbanê, zarok li ser xanîyan, an jî li ber derê malan dihatin ba hev û li ser guzên eydanîyê dest bi lîstikê dikirin.
Listîka li ser guzan hata êvarê didomand. Dawîyê da yên ku listîkêda bi qezenc derdiket, guzên xwe digirt û bi dilek şah berê xwe dida mala xwe. Yên ku winda dikir ew jî, bi kor û poşman kortika histuyê xwe dixwirand û bi gavên sivik hêdî hêdî ber bi mala xwe diçu û ji bo cejna ku salek şûnda tê, dest bi xeyala qezenca guza dikir…
Eydên berê bi kurtayî wusa bûn. Lê îro çawa nin. Ez bawerim îro ji bo zarokan jî tu qedr û qîmeta guz û hêciran ne maye. Li ba wan jî şûna guz û hêcîran pere girtî ye…
Cejn (Eyd) a qurbanê li we pîroz be!
16.11.2010