Di civatên paşdemayî da pîvana dirustî û cesaretê tenê ji bo mêran tê gotin. Lê di wan civatan da hinek jin jî hene ku bi durustî û cesareta xwe, mêran ji delingên xwe derdixin.
Ji wan jinan yek jî „Diva Tirk“ Bulent Ersoy e.
Bulent Ersoy gerçi jinek klasîk nîne. Ew wek zarokek mêr hat dinê û xortanîya xwe jî bi mêranî derbas kir.
Salan şûnda di warê jîyana xwe da biryarek gring girt û cinsîyeta xwe guhart. Piştî guhartina cinsîyeta xwe, wê di jîyana xwe ya rojane û hunermendî da gelek tengasî û zahmetî kişand. Derê hemû televîzyon û sehneyan ji wê ra hate girtin.
Sedem wê yekê Ersoy, ji hunerê xwe zêdetir bi jîyana xwe ya rojane va hat rexnekirin û tawanbarkirin.
Çend roj e ew ketîye nav menzîla Tirk a û ew bi şiroveyên xwe yên di derheqa şerê qirêj da carek din dîsa tê tawanbarkirin.
Çima ku ew li dijî şerê qirêj derdikeve û di vî şerî da kuştina xortên Tirk û Kurd şermezar dike.
Di vî warî da jî ji gotinên wê yên mirovatî zêdetir, şexsîyeta wê tê şirovekirin.
Bulent Ersoy çi gotibu?
Bulent Ersoy di programa xwe ya televizyonê da bang dikir û digot ku; „… Ez ne dayîk im û nikarim bibim xwedî zarok jî. Ji ber vê yekê ez wek dayikek, êş û jana zarokan jî nizanim. Lê heger kurek min heba, min ew nedişand şer û pişt ra jî li ser cesedê wî hêsir nedirijand…“
Ser van gotinên wê dozgerê Îstenbolê di derheqê Bulent Ersoy da dawe vekir û ji bo van gotinên wê yên jorê, jê ra hata sê salî ceza dixwaze. Ji ber ku Bulent Ersoy bi van gotinên xwe dilê gel ji eskerîyê sar kirîye.
Peki xeleti di kîdera van gotinan wê da he ye?
Dijbertîya şer ji kîngê va xeletî tê hesibandin?
Mimkune ku sibê hinek rabin bêjin, „Bulent Ersoy, wek zewacên xwe bi van gotinên xwe jî reklama xwe dike“.
Bi rastî ez wusa nafikirim.
Lê reklam be jî, ew gotinên wê ne xelet in.
Min bi xwe jî Bulet Ersoy di televizyonê da guhdarî kir. Wê van gotinên xwe bi dil û can digot û bi van gotinên xwe, tu ji kesî jî neditirsîya. Bîhna reklamê jî ji gotinên wê nedihat.
Min hata nuha ji du tiştê Bulen Ersoy hezdikir û wê teqdîr dikir.
Yek dengê wê yê xweşik, ya din jî bawerîya wê ya saf..
Lê ji îro şûnda, ji bo tiştek din jî ji wê hezdikim.
Ew jî durustîya wê û cesareta wê ye.
Xwazila hemû mêrên Tirk yên wek Lewent Kircayê simêlboq û Serokwezîr Teyyîbê simbêl qeytan jî qasî Bulent Ersoy mirovhiz, durust û xwedi cesaret bana…
Ji bo cesaret û durustîya xwe, her bijî Bulet Ersoy.
Te bi van gotinên xwe Tirkan ji rûreşîyê xilas kir…
Bese ku ji îro şûnda serê xwe li ber gotînê qirêj xwar nek î…
26.02 2008