Min, salan berê li ser derew û xirabîyên mirovan pêkenokek bihîsti bu. Kingê roci destpêbike, ew pêkenok jî tê bîra min, ji ber ku pêkenok li ser rocî û kêsên bi derewa rocîyê digrin, derbas dibe. Ez dixwazim wî be we ra jî parva bikim.
Dem dema çar Xelifeya ne. Rojek du mirovên hevalbend, yekî belengaz û yekî bi fen û fit, di meha rocîyê da dixwazin rocîya xwe bişkînin. Lê wê demê da li bajarê ku ew tê da dijîn, tu cîyek vekirî tunebuye ku lê xwarinê bixwin. Her duh hevalbend demek nav bajêr da digerin, li kuçeyek sapa da dikanek vekirî dibînin. Diçin ji dikanê hinek xwarin û vexwarine distînin. Ji dikanê derdikevin der û dixwazin cîyekî minasib bibînin ku li wir xwarina xwe bê tirs û bê xof bixwin. Hinek der dora xwe digerin, lê cîyek gor dilê xwe nabînin. Wexta ku ber derê camiyek ra derbas dibin, yê bi fen û fît hevalê xwe dide sekinandinê û jê ra dibê:
– Kuro, were em herin derkevin ser minarê, li wir bê tirs û bê xof runên û zikê xwe têr kin. Cîye herî baş û bê teluke serê minarê ye. Ne tu kes li wir me dibîne, ne jî kes dikeveşikê.
Yê belengaz, ji bo pêşnîyara hevalê xwe dengê xwe nake û li pê wî dikeve. Her du bi hevra diçin, derdikevin ser minara camiyê. Li wir sifra xwe radixin û dest bi xwarinê dikin. Lê ji bo azan xwendinê, hesabê hatina melle nakin. Her du heval li şerefa minarê rudinên, li alikî xwarina xwe dixwin li alikî jî bi hevra heneka dikin.
Lazek şunda melê camîyê, ji bo azandina limêja nivro derdikeve jorê. Waxta ku derdikeve şerefa camîyê, mele mêze dike ku çi bibîne, du hev mirov di meha rocîyê û di mala Xwedê da runiştine xwarinê dixwin.
Mele, dema ku wan dibîne, hêdî hêdî peyayî jêrê dibe û gazî inzibatan dike. Çend inzibat bi lez û bez derdikevin ser minarê, herdu mirovan digrin û dibin davêjin zîndanê. Derê zîndanê ser wan da zexm digrin û diçin.
Wexta ku her du heval tenê dimînin, ser hevda diqêrin û dest bi şer dikin. Lê ji wan ê ku plana xwarinê çêkiriye, ser yê din ra vediqêre û dibêje:
– Kuro çi hundirê te qetîya ye. Min çawa plana xwarinê çêkir, ezê wusa jî planek çêkim, hem xwe hem jî te ji vir xilaskim. Tu qe xem neke, ez birê te me. Bese ku tu li ba Qadî dengê xwe dernexe û ji gotinên min ra îtiraz neke.
Çend saet şunda inzibat tên, her du mirovan digrin û dibin dadgehê. Pişt ra Qadî tê, li ser textê xwe rudinê û dest bi lêpirsînê dike.
– Ma hun ji Xwedê natirsin, hem rocîyê nagrin, hem jî di meha rocîyê da diçin, di mala Xwedê da xwarinê dixwin.
Mirovê bi fen û bi fît wek bersiv dibêje:
– Belê Qadîyê min, em jî dizanin ev tişt güneyê, lê ji bo misilmana, ne ji bo min.
Qadî:
– Pekî, tu misilman ninî, lê hevalê te?
Mirov:
– Hevalê min misilman e, lê ew proplema wî ye.
Qadî:
– Madem kû tu ne misilmani, ji bo te tiştek tune. Tu dikarê biçî mala xwe, lê cezayê hevalê te giran e.
Ser vê yekê mirovê bi fen û fît misadê ji Qadî dixwaze û dibêje:
– Qadî efendi, mirovek kafir wexta ku bixwaze, dikare bibe misilman?
Qadi bi vê pirsê kefxweş dibe û bersiva wî dide:
– Ki bixwaze, dikare bibe misilman, bese ku besmelê bikşîne û bawerîya xwe bi Xwedê û pêxemberê wi ra bîne.
Mirov:
– Pekî ez dinê we qebul bikim, hun ji bo xatirê min dikarin daxwazek min bînin cîh?
Qadî:
– Daxwazâ te gorî quweta me be, serseran serçavan.
Mirov:
– Daxwaza min ewe ku, ezê werim ser dînê we, lê hun jî bo xatirê min, hevalê min efu bikin.
Qadî wê teklifê qebul dike. Mirovê bi fen û fît besmelê dikşîne û dibe misilman. Qadî jî daxwaza wi tinê cîh û her du mirovan azad dike.
Her du heval bi hevra derdikevin derva, mirovê belengaz ji yê din ra dibêje:
– Kuro, ez bi wan fen û fîtên te şaş û metal mam. Xwedê pêsîra mirova ji te û derewên te xilas ke. Te çawa ew derew li hev anî û Qadî ikna kir.
Yê bi fen û fît dikene û bersiva hevalê xwe dide:
– Kero, tu tiştê wusa fêm nakî, tu kes jî nikare min fêm bike. Ez bum kafir xwe xilaskir, şunda vegerîyam bum misilman, te xilaskir.
10.11.2004
ikramoguz@navkurd.eu