Berê tiştekî acêp biqedîya, digotin „dinya berevajî bûye“.
Dema mirov li hêla Kurda dinihêre, rewşa wan û kirinên wan dibîne, bê hemdî ji devê mirov ev hevok derdikeve…
Dinya Kurda berevajî bû ye…
Sîyasetvan û patrîyên Kurd duh jî bi îxanetê hevdu tawanbar dikirin. Ev tawanbarkirina wan bi awayekî dihat fêmkirin. Lewra ew sîyasetvan, serok û rêvebirên Kurdan bûn. Karê wan tenê sîyaset bû. Her yekî dixwest sîyaseta wî bi ser keve. Ji bo serkevtina xwe jî li dijî hev derdiketin û şerê hev dikirin.
Her hêzekî an jî partîyekî xwe tenê nunerê Kurdan dihesinaband û hemû hêz û partîyên din û revêbirên wan jî gunehkar îlan dikir.
Gunehkarîya herî hêsan jî îxanet bû.
Sedem vê yeke hemû partîyan Kurdan bi salan dijminatîya hevdu kirin, di navbera wan da xwîna xort û keçên Kurdan rijîya.
Ne tenê li bakûrê Kurdistan“e, li başûr û rojhilat jî wusa bû.
PDK û YNK’ê bi salan şerê hev kirin, xwîna pêşmergeyan rijandin. Ne PDK ne jî YNK bi ser neket û di nav gel da roj bi roj rûmeta wan kem bû. Bi şerê navbera wan va Kurd û dostên Kurdan xemgin, tenê neyarên Kurdan şa bûn…
Kîngê ku hebûna hevdu qebûlkirin û li dijî neyarên xwe bûn yek, li alîkî bi ser ketin û gelê Kurd ji bin destê zalimên wek Sadam xilas kirin, li alîyê din va jî, bi hevra bûn dost û bira…
Îro hem li ba hev, hem jî li ba gel xwedî rûmet, bi gelê xwe va serbilind û xwedî dewlet in…
Hêz û partîyên Bakûr li Çîn û maçîn digerin, lê tucar berê xwe nadin başûr û ji wir hinek dersan nastînin. Ew îro jî kêmasîyên xwe nabînin û wek salên berê hevdu tawanbar dikin. Bi vê yekê jî nasekinin, di her rojê da ronakbîr û nivîskar û hunermendekî Kurd xayîn îlan dikin.
Îro jî Kurd û dostên Kurdan bi van tawanbarîyên pûç û vala xemgîn dibin, neyarên Kurdan jî şa dibin û li ser van xeletîyan sîyasetê dikin. Nivîskar û hunermendên Kurd ji qefên partîyên Kurdan diparêzin…
Polêsên ku duh nêçîrvanîya xort û keçên Kurdan dikir, îro wan ji Kurdan diparêzên…
Xwedê ev roj jî ravayê me da…
Rojên pêş da emê daha çi bibînin, Xwedê dizane…
Ji wan Kurdên ku îro ji alîyê polêsên Tirk va tên parastin ji wan hinek nivîskar û rojnamevan in.
Sucê wan çi ye?
Sûc û gunehên wan ew bû ku li kurd û kurdayetîya xwe xwedî derdikevin û li dijî sîyaseta qirêj ya dewleta Tirk gor zanîn û quweta xwe dixebitin.
Sûcê wan, ew xebatê ku salan berê li dijî dewletê dikirin, îro wan daha pêşda birine…
Bi zimanê xwe yên qedexe kitêp nivîsandine…
Kitêbên bi zimanê bîyanî hatine nivîsandin, wergereandine…
Ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî xebitne…
Bi wê jî nesekinî ne, di TRT-6’ê da bernameyên Kurdî çekirine…
Lê mixabin îro ji alîyê partîyên Kurd va ku, ew patîyên ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd dixebitin, bi îxanetê tên tawanbarkirin…
Dewere nebêje, dinya berevajî bû ye…
12.03.2010
ikramoguz@navkurd.eu