Zaroktîya min li gund derbas bû. Di dema me da ne ku di gundan da, di bajaran da jî ineternet û telefon, hata televizyon jî tune bûn. Di gundan da, bi navê tiştên elektronîk tenê radyo û teyîp dihatin zanîn, ew jî di her malekî da nebûn.
Lîstokên me zarokan kevir û dar, kap û vizik an jî gogê ji rîs û ji hirîyê bûn.
Ji sînema û tîyatroyê, ji roman û pirtûkan haya me tune bû. Me ne Elvis Presley, ne jî Marilyn Monroe nasdikir. Bi navê huner û hunermendîyê tiştê ku me dizanîbû, ew jî, dengbêj û klam û stranên wan bûn.
Kilam û stran jî an dengbêjek bihata gund, an jî heftê da carê malên ku tê da radyo hebûn, radyoya Rewanê vekiribana, me jî bi wî awayî dengbêjan navê dibihîst û klam û starên wan ji dûr va guhdarî dikir.
Qasî ku tê bîra min, di gundê me da sê radyo hebûn. Ji wan yek, ya mala apê min bû.
Ew jî royê da carê, ji bo ajansên xebera dihatin vekirin, heftê da carê jî ji bo radyo ya Rewanê… Ji ber ku di gundan hê elektrik tunebû. Radyo bi pîlan dixebitîn, pîl jî buha bûn û tenê li bajêr dihatin firotan.
Ji bo guhdarîkirina ajansê zarok û jin guh nedidan radyoyê û ji bo wê jî berbi malên radyo tê da hene, nediçûn. Lê heftê da carê kîngê radyo ya Rewanê destpêbikira, jin û zarok, keç û xortên gund li ber derê malên ku tê da radyo hebûn, dicivîyan û bê deng û bê his, guh didan kilam û stranan. Bi dil û can dengên dengbêjan, dengbêjên wek Kaus Axa, Meyremxan, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, an jî hunermendên din guhdarî dikirin.
Radyoya mala apê min di dolabek piçûk da bû. Dolab di nav duwar da hatibû bicîhkirin, derê dolabê tim bi kilît, anaxtara kilitê jî bi apê min ra bû. Heger roja pêncşemê apê min li mal ba, çend deqe berî destpêka bernameya Kurdî ya radyoya Rewanê, derê dolaba ku radyo tê da vedikir û bişkovka radyoyê li alî rastê hêdîka dizivirand. Berê ji radyoyê çuse çusik dihat, apê min bi bişkovka din hêdî hêdi dilîst, hata ku deng zelal derdiket. Zar û zêçên taxâ me û qîz û jinên cinarê me jî dihatin berderî, an jî ser xanîyê mala apê min rûdiniştin û bi dil û can guhê xwe didan kilam û stranên radyoyê…
Kilamên dila dest pê bikiraba, dev û lêvên keç û xortan dilivîn, di cîhê xwe da direqisîn. Lê wexta ku kilamê cemaatê bihata gotin, wê çaxê jî hêsir di çavên jinepîran da dihat xarê. Serê laçikên xwe ji ber devên xwe dirêjdikirin û bi dizîka hêsirên xwe paqij dikirin.
Ji ber vê yekê kîngê qala hunermend û stranan bihata kirin, berê radyoya Rewanê û hunermendên wir, paşê jî dengbêjên hêla me, yên wek Zilkoyê Çawirmê, Şakiro yê Qereyazîyê, Huseynoyê Muşê, Sidîqoyê Bîngolê, Zahiro û Reso dihatin bîra me…
Hata danzdeh salîya xwe, min ji wan dengbêjan Zilkoyê Çawirmê tenê dîtibû û dengê wî guhdarî kiribû. Zilkoyê Çawirmê zavayê gundê me bû. Ew, bi kêmasî salê da carê dihat gundê me da dibû mêvan. Roja ku Zilko bihata gund, wê êvarê cemaata gund di oda mala kalkên min da dicivîya. Heger payîz an jî zivistan ba, jin û zarok li hawlîya odê, havîn an jî derê bihara ba li ser xanî kom dibûn. Dema ku Zilkoyê dengbêj dest bi strandinê dikir, li kuleka odê da li alîkî dengê wî, alîyê dinê da jî duyê cixarê wek kulfika tendûrê derdiket.
Dengbêjên din jî di dawetek da an jî şahîyekî da kesî kilamek bigota, mezinan digotin ev kilam ya Şakiro, an jî ya Zahiro ye. Bi wî awayî me fêm dikir ku ew jî wek Zilkoyê Çavirmê dengbêjên bi nav û deng in.
Piştî danzdeh salîya min mala me ji gund koç bû û em hatin bajêr… Şert û îmkanên bajêr ji yê gundan cûdatirbûn. Em jî di demek kurt da bûn xwedîyê teyib û radyoyê…
Hemû êvarên me bi teyîbê ra derbas dibû. Bavê min teyîp dida kêleka xwe, kasetek ji berîka xwe derdixist û di teyîbê da bi cîh dikir, me jî bi malbatî dengê xwe dibirî û guh dida kilam û stranên dengbêjan. Bavê min kîngê bicûya çarşîyê ji dost û hevalên xwe bi emanetî kasêtek digirt û danî malê. Heger îmkan heba me wî berê kopî dikir, tune ba, çend roj guhdarî dikir, pişt ra jî bavê min wî dibir û yekî din dianî. Bi vî awayî carcaran kasetek di navbera hezar kesan da diçû û dihat.
Piştî koçbûna me ya bajêr min dest bi xwendinê kir. Him ji tesîra mektebê him jî bi têkilîyên hinek kesên ku di taxa me da rûdiniştin, min jî di piçuktîya xwe da xwe di nav sîyaseta çep da dit. Bi xwendina Alfabeya Sozyalîzmê, min jî wek hevalên xwe yên gire gir, xwe şoreşger û pêşverû dihesiband, kesên derdora xwe; dê û bav, ap û xal, şêx û mele, axa û beg, çîrokvan û dengbêjan jî wek kesên nezan û paşverû bi nav dikir. Piştî têkilbûna min a sîyasetê kasêtên hunermenden Tirk û Kurd yên şoreşger, wek Şivan, Aşîq Îhsanî û hwd. diketin destê min…
Bi wan kasêtan di mala me da jî dubendîyek derket. Li alîkî kasêtên min, li alîyê din jî yên bavê min. Li alîkî dengê Şakiro, Zilko, Huseyno û Zahiro, li alîyê din jî Şivan, Aşiq Îhsanî, Abdula Papur û Aşiq Zamanî…
Dema ku dengbêjan distira ez, dema ku min kasêtê xwe bavita ser teyîbê û deng ji teyîbê derketa bavê min diqehirî…
Bavê min xwe Kurd dihesiband û her tim muzîka Kurdî guhdarî dikir, min jî xwe Kurd dihesiband, lê muzîka ku min guhdarî dikir, muzîka şoreşgerî bû. Ew hunermendên ku me şoreşger binavdikri û guhdarî dikir, piranîya wan jî wek Şivan, Kurd bûn. Lê mixabin ji kurdîtîyê zêdetir, min jî wek herkesên şoreşger, bi taybetî Şivan ji bo xatirê kilamên ku li ser Marx û Engels, Lênin û Stalîn û Apê Ho digot, guhdarî dikir.
Bavê min wê demê Şivan guhdarî nedikir, ji ber ku gotinê wî fêm nedikir û bi hêrs ji min ra digot „kuro, ew Kurdî bibêje jî, ez tu tiştek jê fêm nakim“.
Min jî bersiva wî wusa dida; „dengbêjên te jî Kurdî distirên, lê belê ew di bin baskên axa û began da dijîn û bi kilam û stranên xwe, di nav Kurdan da dubendîtîyê dikin.“
Di wan salan da min bi awayekî Şakiro jî bi şexsî dît û naskir. Dema ku min ew dît, ez xortek 15-16 salî, ew jî di salên bavê min da bû. Ji nêrînên şoreşgertîyê ez jê diqehirîm û ji salên wî û hunermendîya wî ra jî tu car hurmet nedikir. Halbûkî nasîna wî ji bo min şansek bû, lê mixabin min wî şansê xwe, wê demê bi kar neanî… Pişt ra jî ew nehat telafîkirin.
Ji ber ku min xwe mirovek şoreşger û zana, Şakiro jî dengbêjek feodal û xizmetkarê axa û began dihesiband. Ne ku bi şexsî guhdarkirina stranên wî, dema ku rastî min bihata, min pozê xwe bilind dikir û rêya xwe duguhart ku, ne ez silav bidimê, ne jî silava wî bigrim…
Ji wê demê vir da şev û roj, meh û sal derbas bûn. Dem hat ez bûm guhdarvanê Şakiro û dengbêjên ku, bavê min wan tim guhdarî dikir. Bavê min jî bû guhdarvanê Şivan, Şivanê ku di destpêkê da hemû kilamên xwe li ser Apê Ho, Lênin û Stalîn digot û bavê min jê tu peyvek fêm nedikir…
Kîngê Şakiro an jî dengbêjek din guhdarî bikim, piçûktîya min, gund, radyoya Rewanê û bavê min tê bîra min.
Bavê min di xortanîya xwe da jî, di kaltîya xwe da jî ne şoreşger ne jî peşmerge bû, lê di hemu jîyana xwe da ji kurdayetîya xwe dûr neket û bi neyarên Kurdan ra hevaltî nekir û bi wan ra nebû dost.
Di her şert û mercan da xwe Kurd hesiband, gor orf û edetên Kurdan radibû û rudinişt, hata roja mirinê jî kilam û stranên dengbêjan guhdarî kir. Kîngê Şivan, dest ji stranên li ser Apê Ho, Lênîn û Stalîn, Marx û Enges berda û dest bi kilam û stranên wek Bavê Fexrîya, Zembilfiroş û Çemê Çetelê kir, wê demê bavê min jî di nav cîhê dengbêjên xwe da ji Şivan ra cihekî sereke ava kir.
Min jî kîngê qasî ku pirtukên li ser Stalîn, Lenîn, Marx û Engels dixwend, ewqas jî dest bi xwendina Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Şerefnameya Şerefxan û pirtûkên Mewlana Xalid û Melayê Cizîrî kir, ji wê demê vir da qasî kû Şivan guhdarî dikim, ewqas jî Şakiro, Zahiro, Huseyno û hemû dengbêjên din jî bi dil û can, bi kêf û eşq guhdarî dikim…
Bi awayekî din, Şivan stil û stranên xwe guhart, di nav cemaata dengbêjên bavê min da cîhê xwe girt, ray û ramanên min guherîn Şakiro jî bû şahê dengbêjên min…
Lê mixabin di civat û civakê da hinek tişt jî hene ku mirov û civat ji serî hata binî werin guhartinê jî hinek tişt bi hêsanî nayên telafîkirin…
Wek mirina keç û xortan…
Wek xewnên zarokan…
An jî wek hêsrên çavê dê û bavan…
25.10.2012
ikramoguz@navkurd.eu