Ap û birazî.
Qasî ap û biraztîya wan, di navbera wan da şirîktayîyeke din jî hebû. Ew jî qedera wan bû…
Baqo gazîyê Koreyê, Yaqo jî yê Qibrisê bû.
Baqo têkilî şerê li Korê bibû, piştî şer, bi salan welat welat gerîyabû. Ji dê û bavê xwe, ji gundê dûr mabû. Ji ber vê yekê hemû gundîyan bîr û bawerîya xwe ji hatina wi birîbûn. Eqrebayên wî şîna wî kiribûn, mêrg û zevîyên para wî, di navbera xwe da parve kiribûn
Baqo piştî pênce salîya xwe, şûnda vegerîya, zarokên piştî çûyîna wî eskerîyê bibûn, bibûn qîz û xortên ezeb, hevalên wi zewicîbûn, zarên wan mezin bibûn, ji wan hinek dinya xwe guhartibûn, yêm mayîn jî bibûn kal û pîr. Gund li Baqo bibû gundekî xerîb, qedera wî hatibû guhartin. Piştî pênce salîya wî, ne karû bar ji destê wî dihat, ne jî di destê wî da mêrg û zevîyek mabû. Bê dê û bê bav, bê jin û bê zarok bi serê xwe tenê dijîya.
Weke mirovek feqîr û belengaz, ji destpêka biharê hata dawîya zivistanê gund bi gund digerîya û bi zekat û sedeqeyên gundîyan va jîyana xwe didomand.
Qedere Yaqo jî wek ya apê wî hatibû nivîsandinê. Ew jî têkilî şerê Qibrisê bibû.
Wî rê û rêça gund wunda nekiribû, lê şer wî kerr û gêj hîştibû. Piştî hatina xwe ya gund feqîro tiştên wusa digot, mirov ji ber gotinên wî ji kena dimir.
Digot: „Dema ku me li dijî eskerê Yewnan şer dikir, bi taybetî êvaran melayîketên bi kincên xwe yên spi, ji jor da yekoyek ji ezmanan da dadiketin xarê û li peşîya me diketin nav qada şer û eskerên Yewnan gulebaran dikirin. Hemû eskerên Yewnan ê ku li rexta me, şerê me dikirin, dikuştin û ji nişkeva wek hatinên xwe, ber bi ezmanan difirîyan û wunda dibûn.“
Bi rastî tiştê ku wê demê Yaqo digot, li hemû gundîya xweş dihat, hemûya baweîrîya xwe jî pê dikir. Lê salan şûnda hat fêmkirin ku melaykeyên ku Yaqo qala wan dikir, ew jî eskerê Tirk bûnê û xwe bi paraşûtê va avêtine xarê. Lê feqîrê min, ne haya wî ji paraşûtê hebû ne jî bawerîya xwe bi tiştekî wusa dikir.
Tê zanîn eskerên ku têkilî şerê Qibrisê bibûn, piştî şer mal û milkên Ruman talankiribûn. Ji wan gelek kes bi saya zêr û perêyên ku ji malên Ruman girtibûn, wek mirovên dewlemend vegerîyabûn malên xwe.
Lê Yaqo yê belengaz jî piştî eskerîya xwe, tenê torbeyek qelemên qirşûn û torbeyek jî şîş, şîşên ku jin pê gore çedikirin, anî bû.
Hemû qelem li xwendevan û zarokên gund, şîşên rîs jî li qîz û bûkên gund belavkiribû, lê dîsa jî ji qilf û henekên gundîyan xilas nedibû.
***
Wek bi caran, rojekî dîsa mifreze dest avêtibû ser gund, Baqo û birazîyê wî Yaqo jî wek gundiyên din bi lez û bez ji mal derdiketibûn û berê xwe dibaûn Girê Horîbaba.
Horîbaba, gor gundên derdorê wek zîyareteke bi nav û deng dihat naskirin. Tirba Horîbaba li serê topek bilind e û navê xwe jî ji wî zîyaretê girtîye. Horîbaba ziyareteke bê kêlk û pêlk e. Qasî ku ji erdê bê kifşkirin, derdora wî hinek kevirên hur hatine rêzkirin. Derheqê zîyaretê da tiştek nivîsandî jî tune ye û di derbarî wî da zedê tiştek jî nayê zanîn. Tiştên ku tên zanîn jî, bi devkî hata îro hatine.
Li gundên derdorê, serê kê biêşîya, diçûn ser Tirba Horîbaba ji wir xwelî danîn, bi şîr û av pê didan xwerin ku eşa wî were birîn. Lingên hemû qîz û bûkên teze bi tewafkirina wî dihatin vekirin. Du, sê meh piştî xwestin û daweta qîz û bûkek, jin û zarên gund diçûn ser Horîbaba, li wir karek yan jî berxek şerjê dikirin. Li alikî govend digirtin, li alikî jî xwarin û wexwarinên ku bi xwe ra dibirin, dixwarin. Wê rojê hata êvarê li wir derbaz dikirin û ber bi êvarê, şûnda vedigerîyan gund. Ji vê merasimê ra digotin „ling vekirina bûkan“.
Girê Horîbaba, qasî girekî bilind e, lê ji bavê berê da rût û tazî ye. Xêncî du darê çekemê li ser girê wî, ne dar û barek, ne jî hêşînayîyek he ye. Ew darên mane, ew jî ji tirsa zîyaretê kesî dest nedayê û hata îro hatine. Ziyaretvanên ku havînê diçûn wir, di bin sîya van her du daran da rûdiniştin, nan û ava xwe dixwarin û xwe ji tava royê diparastin.
Ji bo weşartinê Girê Horîbaba tu nedihat bîra kesi, xêncî Baqo û Yaqo…
Dema ku Baqo û Yaqo derdikevin serê Girê Horîbaba, xwe davêjin bin dara çekêmê û temaşeyî derdora xwe dikin.
Mifreze tê, dikeve nava gund. Mirovên ku di gund da dimînin, wan li ber derê mektebê tînin ba hev û piştra mal bi mal li çek û sîlahan digerin. Ber bi êvarê ji gund derdikevin û berê xwe diidin gundekî din.
Baqo û Yaqo hemû kirin û kiryarên wan ji dûr va dibînin, lê disa jî wê şevê venagerin gund. Roj diçe ava, her der dibe tarî, çav çavan nabîne. Lê nişkêva solên Yaqo, solên ku ji naylonên sipî hatine çêkirin bala Baqo dikşînin. Baqo li ser Yaqo da diqêre û jê ra dide xebara:
„Caşikê kerê, tu fahm nakî van solên xweyên sipî ji lingê xwe derxî, lê esker ji dûr va solên te yên sipî bibînin û werin me bigrin, emê çi g…yî bixwin. Zû rabe wan bibe li dûrî me veşêre kû bila ji ber solê te tişt neyên serê me!“
Ser gotinên Baqo, Yaqo solê xwe yê ji naylonên sipi ji lingên xwe derdixe û gelek dûr diçe. Wan li wir dike bên kevirekî û şûnda vedigere. Ap û birazî, wê şevê li serê Girê Horîbaba, li bin dara çekemê derbas dikin. Bi tava serê sibê ra radibin, li gund dinihêrin. Di gund da tiştekî neasayî nabînin. Biryara xwe didin ku şûnda vegerin. Lê Yaqo digere, nagere solên xwe yên ku evarê veşartiye, nabîne. Bawerîya xwe ji dîtina solên xwe dibire û bi kor û poşman û bi lingên pêxas berê xwe dide gund.
Yaqo û apê xwe tên gund û tiştên ku serê wan da darbes bûye, yekoyek ji gundîyan ra dibêjin. Ser van gotinên wan ji wê rojê şûnda wek qelem û şîşên Yaqo, mesela solên wi yên sipî jî di nav gund da belav bû. Li ser pêxasîya wî jî gelek henek îro jî tên kirin. Ji wan yek jî ew bû ku, digotin xelk ji tirsê bi lez û bez direve û solên xwe li malê ji bîr dike, pêxasî berê xwe dide çîyê, lê Yaqo bi solan diçe, bi pêxasî vedigere gund…
Nisan 2008