Di nav Kurdan da wek mîsal tê gotin.
Di gundekî Kurdan da rojek li ser tişteke pûç û vala pevçûnek çê dibe.
Alîyek xwedî mêr û mêrxas, alîyek jî tenê kalekî bêkes û belengaz…
Ew mêr û mêrxasên ji alîki, dor li kalê belengaz digrin û bi dar û keviran êrişî wî dikin.
Kalê belengaz dikin navbera xwe û bi dar û keviran lêdixin, ser û guhê wî diqelişînin.
Li ser û guhê kalê dixin.
Kalê belengaz dibê; „ax pişta min, ax pişta min…“
Bi pihîna li qûna kalê dixin.
Kalê belengaz dibê; „ax pişta min, ax pişta min…“
Dest û pîyê kalê dişkînin.
Kalê belengaz dîsa jî dibê; „ax pişta min, ax pişta min…“
Li ser van gotînên kalê belengaz, hemû êrişker di cîhê xwe disekinin, li ser kalê da diqêrin û dibêjin; „malxirab, em li serê te dixin, tu dibêjî ax pişta min, em li qûna te dixin tu dibêjî ax pişta min, em dest û pîyê te dişkînin, tu dîsa dibêjî ax pişta min…
Ma çi bi pişta te hatîye, xêncî pişta te tu cîhekî te nayşê?“
Kalê, serê xwe yê di bin xwînê da maye, hêdîka ber bi jor bilind dike, li rûyê wan dinihêre û bi dileke xemgîn ji wan ra dibêje; „heger li pişta min mêrxasek heba, îro we jî nikarîbû wuha li min bixista.“
Li Kobanê Kurd jî îro wek kalê bêkes û belengaz bê pişt û bê xwedî ne.
Îro leyîstoka dewletên dagirker DAÎŞ, bi alîkarîya xwedîyên xwe dor li Kobanîyê girtîye û xwînê dirijîne…
Dinya alem ji dûr va temaşe dike…
Xêncî Kurdên bêpişt û belengaz, tu kes hawara Kobanîyê nabihîze…
Kobanî destê xwe dirêjî kê dikê, destên wî vala dimîne.
Enternasyonalîst û sosyalîstên navnetewî bêdeng û bêzar in…
Misilmanên cîhanê ji binî va kerr û lal in…
Mijar Kurd û Kurdistan be, ne ayetên li ser biratîyâ olî, ne jî teorîyên li ser biratîya gelan pere dike…
Gor enternasyonalist û sosyalistên Tirk û Ereb, Kurd birayên bêpar, gor olperestên misilman jî gunekar in…
Lê dîsa jî Kurd vê rastîyê nabînin û hê li pêy van ayet û teorîyên kevneşopî diçin…
Ne êşa ser û lingên xwe dibhîsin, ne jî xwîna di ser sûretê wan da tê xwarê, dibînin…
Hinek hê daw û doza biratîya olî dikin û bi xewn û xeyalên bihuştê, xwe dixapînin…
Hinek jî bi eşqa biratîya gelan a yekalî hê daxwaza federasyon û konferedasyonê dikin û Kurdên belengaz, ew Kurdên ku duh li Şengalê, îro li Kobanê, sibê jî li Bakur û Rojhilatê di bin lingên xwînxwaran da mane û dimînin, dixapînin…
Ne gotinên ku Ehmedê Xanî bi sedan salan berê gotibûn tê bîra wan, nê jî êşa pişta Kobanê aqilê wan tîne serê wan…
Çi gotibû Ehmedê Xanî:
„Eger hebûya jibo me padîşahek
Xwedê lîyaq bidîya jibo wî kulahek
Û bihata dîyarkirin jibo wî textek
Eşkera eşkera dê vebibûya jibo me jî bextek
Bi dest biketa ji bo wî tacek
Bê guman ji me ra jî dê çêbibûya rewacek
Wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan
Dê em derxistina ji destê bêesl û liştok û çavbirçîyan
Dê xalib nebûya li ser me ev Rom
Emê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom
Emê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman
Zorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman“
Mixabin êşa Kobanê ne êşa yekemîn, ne jî ya dawîyê ye.
Li seranserî Kurdistanê êş jî, derman jî yek e…
Êş êşa piştê ye, dermanê wê jî daxwazên Xanî ne…
07.10.2014
ikramoguz@navkurd.eu