Salên 60’î da di gundê me da tenê li du an jî li sê malan da radyo hebûn. Wê demê di gunda wekî îro elektrîk jî tûne bû, radyo tenê bi pîlan dixebitîn. Jiber ku pîl zû neqedin, radyo tim nedihatin vekirin.
Heftê da care ji bo bernama Kurdî ya Radyoya Rewanê û jî bo xeberê ajansa Tirka tenê dihatin vekirin.
Şevê payîz û zivistanê dirêj derbas dibûn. Gundû her her roj êvaran di hinek odan da dihatin ba hev, dema xwe bi hev ra derbas dikirin. Tercîha mirovên kal, odeyên xwedî radyo bûn ku, ji wan oda yek jî, oda mala Mihemeemîn bû.
Nêzikî wexta ajansa êvarê hemû mirovên ku li mala Mihemeemîn dihatin ba hev, bi serê çav li hev dinêrîn û wek bi çavan ji hev dipirsîn:
„Gelo Mihemeemîn radyoyê veke an na?“
Heger Mihemeemîn jî destê xwe biavêta saeta xwe û lê mêze bikira, ew dihat wê wateyê ku radyo wê vebe. Ji saet heftê êvarê ra çar-pênc deqe dima, Mihemeemîn ji cîhê xwe radibû, ber bi pencera ku radyo li bere, diçû, bişkoka radyoyê vedikir û guhê xwe dida ber hoparloyê. Berê ji radyoyê dengê reklaman dihat, lê tu kesî ji van qisedanan tişt fêm nedikir. Ser wê yekê Mihemeemîn dengê radyoyê kêm dikir, heta ku tutika ajansê lêdixist.
Yên ku saeten wan hebûn, ew jî saetên xwe ji berika xwe derdixistin û li hêvîya ajansa heftê evarê disekinîn. Wexta tutika serê saetê lêdixist, yên xwedî saet, saetê xwe ravayê hevdu didan û pesnê saetên xwe ji hev ra dikirin. Piştra jî bêdengîyek diket odê, hemû kes bi dil û can guhdarîya radyoyê dikirin ku, tiştek jê fêm bikin.
Ji kesî tu dengek dernediket. Ji ber ku pîl zêde neçin, Mihemeemîn jî dengê radyoyê zêde venedikir. Loma, tu kesî gotinê pêşkêşkerê radyoyê baş nedibihîst. Lê Mihemeemîn radyo dida ber guhê xwe û hata dawîya xebera serê xwe carcaran ber bi jêr û ber bi jor dihacand. Mirovên di odê da rûniştibûn, guhê li radyoyê, çavê wan jî li serê Mihemeemîn bûn. Li alîki dengê radyoyê dernediket, alîyê din jî deng bibihîstana jî tu tiştek fêm nedikirin, ji ber ku Tirkîya baş nedizanîn.
Ew bêdengîya odê her şev bi kêmasî nîv saet didomand. Dawîya xebera dihat, Mihemeemîn jî dengê radyoyê dibirî, pişt ra, hemû mirovên ku di odê da rûniştî, bi hev ra ji Mihemeemîn diprisîn:
– Êêê Mihemeemîn xebera da qe çi hebû.?
Mehmeemin jî wek bi rewşek zanayî xwe qure dikir û dibersivand:
– Ê çi tune bûn.
– Qe kî qise kir?
– Ê kî qise nekir, Ecewit, Demirel, Erbakan, Turkeş, hemûyan qisekir. Ma we jî i guhê xwe bnebihîst.
– Ê qe çi gotin?
– Ê çi ne gotin, derheqê her tiştî da qise kirin.
Piştî dialoga ku navbera wan da derbas dibû, hemû kesên di civata Mehmeemîn da rûnişti, fêm dikirin ku Mihemeemîn jî wek wan tu tiştekî ji ajansê fêm nekirîye.
Ji wan wetrê Mihemeemîn xwedîyê radyoyê ye û ji zimanê radyoya xwe fêm dike. Paşê yeko yek radibûn, xatir ji Mihemeemîn dixwastin û berê xwe didan malên xwe.
Dema ku diçun malê, pirsên ku wan ji Mihemeemîn pirsîbûn, îjar jin û zarên wan ji wan dipirsîn, bersivên ku Mihemeemîn dabû wan, îjar jî wan ji jin û zarokên xwe ra dubare dikirin û barê xwe sivik dikirin.
Ev mesela radyo û ajansên Tirkî di gunda hertim dihat qisedan. Yê ku qilfê xwe bi yekî bikira, ev mesela radyoyê wek nimûne nîşan dida.
Lê ser wan deman da sal û zeman derbas bûn.
Ne ku radyo û telewizyon, îro, gundê bê internet neman.
Dinya hate guhartin, mirovatî pêşta çû.
Bi saya pêşveçûna teknolojîyê dinya wek bû gundekî piçûk. Lê zîhnîyeta Kurda hê jî di cîhê xwe da sekinîye neyê guhartin.
Duh, sedemê nezanîbûna ziman tiştên ku fêm nedikirin, ji hev ra dubare dikirin, iro jî du, sê kes li ser navê civaka Kurd diaxifin, yên ku fêm dikin ji tirsê dengê xwe nakin, yên ku fêm nakin, ew jî wek gundîyên me gotinên ku Mehmeemîn ji radyoyê fêm kiribû, ji der dora xwe ra dubare dikin.
05.07.2004