Roja 7ê Adarê 2010’an da li seranserê Iraqê hilbijartina ji bo parlamena Iraqê çê bu. 12 Liste têkilî hilbijartinê bun. Ji wan sê hev lîsteyên Kurdistanî bun. Ya bi navê Listeya Hevpeymanîya Kurdistanê ji KDP û YNKê pêkhatibu. Ya diduyan listeya Goran , ya din jî listeya Partîya Îslamîya Kurdistan bu.
Eşkere kirina encamên dawî yên hilbijartinê di dawîya vê mehê da tê girtin. Lê tê xuyakirin ku di damezrandina hukumeta nû ya Iraqê da partîyên Kurd, bi taybetî Listeya Hevpeymanîya Kurdistanê rolekî gring dilizê û bê têkilîyan wan damezrandina hukumetê ne mimkun e.
Ev rewş jî li dijî partîyên Iraqî destê Kurdan xurt dike . Ji ber vê yekê ye ku guftugoyên ji bo damezrandina hukumeta Iraqê, ji Bexdayê zêdetir li Selehaddînê tên kirin. Partîyên Iraqî yek û yek berê xwe didin bajarê Selehaddînê û ji bo damezrandina hukumeta nu bi Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî ra diaxifin û alîkarîya wî dixwazin.
Ev jî niîşan dike ku Kurdên Başur îro ne tenê li Kurdistan a Basuur, li seranserên Iraqê xwedî rolekî mezinin û bê desthilatdarîya wan Iraq nayê birêvebirin.
Ev encam ne tenê ji bo Kurdên Başur, ji bo Kurdên Bakur û Rojava jî serfirazîyek gelek gring û bi rumet e.
Ev serkeftina Kurdên Başur ji bo Kurdên Bakur nimuneyek hêjaye, bese ku Kurdên Bakur ji vê rewşê dersan baş bistînin. Ew jî bi daxwazên realist û bi xebatên demoqratîk li herêmên Kurdistanê û seranserê Tirkîyê dikarin rolekî mezin bileyzin.
Li Tirkîyê ji bo çareserkirina pirsa Kurd ne hewceye ku nimuneyên cuda bên nîşandin, ji Kurdên Başur nimuneya herî realist û gring têkilîya Kurdistana Başur û Iraq a federal e.
Ji bo vê yekê gere Kurdên Bakur rumetê bidin serkeftina Kurdên Başur û rewşa wan ji xwe ra wek model bikarbînin.
***
Rojnama Hurrîyet Kurdên Başûr û partîyên wan nabîne.
Roja 7ê Adarê di Rojnama Huriiyetê da nuçeyek li ser hilbijartina Iraqe hatibu weşandin. Di nuçeyê da tê gotin ku “ Listeya di bin serokatîya Nurî El Malîkî li seranserê Iraqê % 40 rey histandîye. Li pê wê jî Listeya Îyad Alawî % 25, Listeya Şîîyên Iraqê ya Milli % 18, Listeya Sunnî % 7 û Listeya Cevat El Bolanî jî % 4 rey girtîye.”
Gor hesabê Hurriyetê ji % 94 rey di nav partîyên Iraqî da hatine parvakirin. Ji % 6 jî hê ne kifşe, an jî gor Hurriyetê nav partîyên piçukva hatine parvakirin.
Welhasil di hilbijartina Iraqê da Hurriyet ne Kurdan dibîne ne jî partîyên wan.
Lê nizane ku bê raya gelê Kurd û partîyên Kurd li Iraqê ne hukumetek nu tê damezrandin, ne jî serokkomar tê hilbijartin.
Ji bo Kurdan nenaskirin û nedîtina Hurriyetê ne muhîm e.
Lê ev nuçe ji bo Hurrîyetê şermezarîyeke mezin e…
15.03.2010